Ji KCD’ê peyama ‘Yaldo’

Ji KCD’ê peyama ‘Yaldo’

Komîsyona Maf û Baweriyan a KCD’ê cejna Noel (Yaldo-Vejîn) bi peyamekê pîroz kir.

KCD’ê der barê cejna ‘Yaldo’ ku Suryanî wek roja welidîna Îsa Pêxember pîroz dikin peyamek weşandin û diyar kir ku bila ev cejn bibin wesîleya pêşerojeke azad.

KCD’ê wiha berdewa kir: “Ev riya nû ya jiyanê, bi vejîna Mesîh Îsal derket holê. Ji ber vê jî ev cejn, cejna jiyaneke nû ye, cejna ronahiyê ye. Cejna aştiyê ye.  Cejna hezkirin û heybeta Xweda ye.

Em bi van hest û nêrînan, wek komîsyona bawerî û gelan a KCD’ê  diyar dikin ku bila ev cejn bibe wesîleya aştiyê.