Ji Înîsiyatîfa Gel a Marmarayê hişyariya bersivdanê

Ji Înîsiyatîfa Gel a Marmarayê hişyariya bersivdanê

Înîsiyatîfa Gela Marmarayê bal kişand ku dewleta Tirk dixwaze tola binketina xwe ya li Şemizînan-Elkê ya li hemberî gerîlayan, ji gelê Kurd ê li metropolan dijî bigire. Înîsiyatîfê hişyar kir ku ew dê li hemberî êrîşan çalakiyên bersivdanê zêde bikin.

Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Marmarayê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û diyar kir ku gelê Kurd destkeftiyên girîng bi dest dixin. Înîsiyatîfê bal kişand ser destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku hêzên emperyal û statîkoperest dixwazin rêkûpêkiya herêmê li gorî berjewendiyên xwe çêbikin. Înîsiyatîfê da zanîn ku li hemberî vê yekê dê hêzên demokratîk û azadîxwaz bi ser bikevin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd û Kurdistanê gihandiye asta herî jor.

Înîsiyatîfê diyar kir ku li gel pêşketinên ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û berxwedana gerîlayan a li Şemizînan û Elkê berdewam dike, gelê Kurd ji her demê zêdetir nêzî Kurdistana Xweser a Azad bûne. Înîsiyatîfê bal kişand ser êrîşên li metropolên Tirkiyeyê li hemberî Kurdan pêk tên û ragihand ku ew dê li hemberî van êrîşan bê deng nemînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mekanîzmaya wan a xweparastinê ji her demê xurtir û bihêztir e û Înîsiyatîfê hişyar kir ku ew dê li hemberî êrîşan çalakiyên bersivdanê zêde bikin.