Ji hezarê zêdetir ciwan tevlî refên YPG’ê dibin

Ji hezarê zêdetir ciwan tevlî refên YPG’ê dibin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê aşkera kir ku, ew dê 15'ê kanûnê ji hezarî zêdetir ciwanan tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin. Tevgerê destnîşan kir : “Em wekî Ciwanên Şoreşger bi biryar in ku li hemberî hemû êrîşan bêdeng nemînin û em soz didin gelê xwe yê qehreman ku em dê bi pêşengeya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tu caran çeperên parastina gelê xwe bernedin. Em dê gelê xwe bê parastin nehêlin."

Tevgera Ciwanên Şoreşger têkildari mijarê li Navenda Ciwanan ya li Qamişlo civînek çapemeniyê lidar xist. Berdevkê Koordînasyonê Hemze Tolhildan daxuyanî xwend û diyar kir ku, di vê dema dîrokî de tevgera wan ji bo berjewendiyên gel û parastina nasname, hebûna gel ya li ser axa xwe ya dîrokî bi biryar tevgeriya ye.

Tolhildan anî ziman ku, ew li gorî berjewendiyên civaka demokratîk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin îro bibin tevgerek pêşeng ji şoreşa Rojavayê Kurtistanê re û wiha dom kir: "Di roja îro de tevgera Azadiya Kurdistanê dikare gelek destkeftiyan bigire destê xwe, lê sîstemên şovenî dibin siya nîjadperestiya tirk, ereb û farisan de bi hemû hêza xwe bi ser kurdan ve tên û dixwazin van destkeftiyan vala derxînin. Mixabin hin aliyên muxalif jî, ji nîjadperestiyê re bûne amûr û bi zîhniyet û kiryarên ji nîjadperestiya Baasê ne kêmtir ketine nava hewldanên van aliyên ku xizmeta şoreş û pêşeroja Sûriyeyê nakin. Bûyerên ku li Eşrefiya Helebê qewimîn li Efrîn û Kobanê belav bûn, herî dawî êrîşên komên çete yên ku ji aliyê sînorê Tirkiyeyê ve hatin ser bajarê Serêkaniyê, malwêranî û talankirin bi xwe re anîn. Ev êrîş di bingeha xwe de tê wateya dagirkirina Kurdistanê."

JI HEZARÎ ZÊDETIR CIWAN TEVLÎ REFÊN YPG’Ê DIBIN

Tolhildan destnîşan kir ku, li hemberî van êrîşan YPG'ê berxwedanek mezin nîşan daye û ew jî wekî Ciwanên Şoreşger YPG wekî hêza yekane ya parastinê dibînin. Tolhildan da zanîn ku, di vê dema zehmet de, wan wekî erkên xwe yên welatparêzî û exlaqî dîtiye ku piştgiriyê bidin YPG'ê wiha pê de çû: "Li ser vê bingehê em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger me biryar daye ku ji 29'ê Mijdarê heta 15'ê Kanuna 2012'an di ser hezar kesî re endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî YPG'ê bikin. Em dilsoziya xwe ya bi YPG'ê re nîşan didin û hemû dijminên gelê Kurd û aliyên nîjadperest hişyar dikin ku destên xwe yên qirêş ji axa me bikişînin. Em wekî Ciwanên Şoreşger bi biryar in ku li hemberî hemû êrîşan bêdeng nemînin û em soz didin gelê xwe yê qehreman ku em dê bi pêşengeya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tu caran çeperên parastina gelê xwe bernedin. Em dê gelê xwe bê parastin nehêlin."