Ji HDP'ê peyama Noelê
Ji HDP'ê peyama Noelê
Ji HDP'ê peyama Noelê
HDP'ê bi peyamekê Cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz kir.
Di peyama HDP'ê de hat ragihandin ku cejn rojên hestên alîkarî, piştevanî, biratî û dostanî derdikevin pêş e û wiha hat gotin:
"Em têkoşîna xwe ya ji bo welatekî hemû gelên cuda û komên baweriyan bi awayekî azad lê bijîn, asta jiyana mirovane û edalet lê bilind bibe, dewam dikin.
Daxwaza aştî û wekheviyê, bendewariya demokrasî û azadiyê îro li her koşeya welêt tê hîskirin. Têkoşîna demokrasiyê her roj hîn bêtir xurt dibe.
Em biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna Tirkiyeke demokratîk, jiyaneke mirovane, adîlane, azadîparêz a di şert û mercên wekhev de parve dikin û Cejna Noelê ya welatiyên xwe yên Xiristiyan ji dil pîroz dikin..."