Civîna Bernaneya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di çarçoveya kampanya “Ne kuştin çareserî, ne şer muzakere" de fînala bi navê “Hevditina aştî û wekheviyê" bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di civîna ku Parlementerê BDP'e yê Mêrsîne û Endamê Rêveberiya HDK'ê Ertugrul Kurkçu, Parlementerê Stenbolê Sirri Suryeya Onder û delegeyên 81 Bajaran amade bûn.
Di civînê de delegeya KCD'ê Meliha Orenç, anî ziman ku ger êşên dilê dayîkan bi dawî bibe dê aştî jî bê ser vê axê û wiha got: "Em her tim dibêjin aştî, lê ji aştiyê fêm nakin. Em dibêjin nasname, çand û zimanê me. Em dibêjin kurd ne dijminê tirkan in. Em dibêjin cenazeyên leşkeran jî dilê me diêşînin. Yên Gerilla jî û leşkeran jî dikujin dewlet e. Sedema van kuştinan Serokwezîr Erdogan û AKP ye."
'MANIFESTOYA AŞTIYÊ YE'
Di encamnameymê de di çarçoveya "Em ji 81 bajaran tên, em ji bo aştî û wekheviyê dibin yek. 160 delegeyan encamname erê kir.
"Manifestoya Aştiye wiha ye'
"* Rastiya Tirkiyeyê pir rengînî ye. Heta ku Tirkiye vê yekê qebûl neke aştî pêk nayê.
* Divê em hemû ji xwe dest pê bikin û bibin qasidê aştiyê. Divê em bêtir bi wêrekî tevli vê çalakiya aştiyê bibin.
* Divê her kes baş bizane ku tu sûda sendîka, komele, karker û kedkaran di vî şerî de tune.
* Em wekî jinan li dijî li dijî tacîz û tecawizê têdikoşin. Em li pey zarokên xwe yên tên kuştin digirîn. Divê em dayikên ku zarokên xwe winda dikin ji bo em dayikên leşkeran jî tev li vê têkoşînê bikin di nava hewldanan de bin.
* Divê em li dijî polîtîekayên şovenizm û linçê em karibin heyetên aştiyê ava bikin.
* HDK, êşa civaka tirk û kurdan hevpar dike û divê em malbatmên leşkerên tirk jî tevlî vê têkoşînê bibin.
* Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Divê em ji bo parastina mafê zimanê zikmakî têbikoşin.
* Divê Meclîsa Tirkiyeyê biryara teskereyê ya di 17'ê cotmehê de dê bê rojevê red bike.
* Divê em li şûna şer muzakereyan biparêzin. Ji bo çek bêdeng bibin divê em têkoşîna muzakereyan bidin. Divê ji bo decrida li Îmraliyê bi dawî bibin em têbikoşin.
* Divê daxwaza gelê kurd a Xweseriya Demokratîk têkeve meriyetê.
* HDK, hem şerê navxeyî û hem jî şerê bi cîranan re red dike.
* HDK têkoşîna aştiyê ya gerdûnî dimeşîne.
* Divê navê leşkeran li kolan, dibistan û waran neyê kirin û zimanê aştiyê bi ser bikeve.
* Divê êdî zimanê nefretê bi dawî bibe û li şûna wê zimanê aştiyê û azadiyê bînin ziman.
Divê hemû rojnameger, rewşenbîr û siyasetmedar ji bo aştiyî û çareseriyê têbikoşin.