Ji HBDH'ê daxuyaniya li ser Madimakê: Ti sûc wê bêbersiv nemîne!

Komîteya Rêveber a HBDH'ê ji ber salvegera 30'emîn a Komkujiya Madimakê daxuyanî da û got, "Ti sûcê li dijî gelên me wê bêbersiv nemîne."

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û mirovên di Komkujiya Madimakê de beriya 30 salan jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "2'ê Tîrmeha 1993'an li Otela Madimakê ya Sêwasê 35 rewşenbîr, ozan û nivîskarên ku ji bo çalakiyên Pîr Sûltan Abdal lê bûn, li pêş çavê bi milyonan mirovî hatin şewitandin û qetilkirin."

HBDH'ê diyar kir, ku dewleta kujer mîna Komkujiyên Çorûm, Meletî û Mereşê li Madimak a Sêwasê jî êrîşkar parast, xwedî li wan derket, xelat da wan û got, "Dewletê bi xwe komkujî plan kiribû, lewma nêzîkatiyeke berevajî vê jê nedihate hêvîkirin. Ev nêzîkatî her wiha nîşaneya komkujiyên nû yên li Gazî û Taxa 1'ê Gulanê jî bû."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk mîna doh îro jî Elewiyan, baweriya Elewîtiyê tune dihesibîne, daxwaz û mafên herî xwezayî yên Elewiyan qebûl nake, planên asîmîlasyonê dewam dike û hate gotin, "Li gel Elewiyan li dijî neteweya Kurd, netewe, hindekarî û baweriyên cuda jî heman polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û qirkirinê tê meşandin. Ji ber vê sedemê têkoşîna yekbûyî ya gelan a Tirkiye-Bakurê Kurdistanê ji bo netewe û baweriyên cuda pêwîst e. Li dijî înkar û komkujiyên ku dewleta Tirk a faşîst ferz dike, kedkar,gelên bindest bi rêxistinkirina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî wê bibin bersiv û hesabê komkujiyan bi vî rengî bipirsin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em 35 mirovên xwe yên li Sêwasê tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî bi bîr tînin, careke din dubare dikin ku em ê hesabê komkujî, qirkirin û êşkenceya li Sêwasê û hemû deverên din ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin teqez bipirsin. Ti sûcê li dijî gelê me wê bêbersiv nemîne, zû yan jî dereng wê hesab ji kujeran, li pêş gelên me bê pirsîn."