Ji girtiyên PKK û PAJK'ê peyama 14'ê Tîrmehê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi wesîleya salvegera çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek dan û bangeke bi vî rengî kirin: "Bi ruHê 14'ê Tîrmehê tevbigerin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin."

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê 'bi rêz û minet' bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em di salvegera 41'emîn a çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ya dîrokî de ne. Gotineke naskirî heye, dibêje; li devereke cîhanê dema ku pinpinîkek bi bask bû, li devereke din a cîhanê dibe ku bibe sedema bahozê. Bi çalakiya 14'ê Tîrmehê re Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek weke 4 perwaneyên rastiyê li Zindana Amedê ya faşîzma 12'ê Îlonê bi bask bûn. Lêdana wan baskan 41 sal in weke bahoza şoreşeke mezin dewam dike. Em Berxwedana Zindanê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an ku roja me ya rûmeta neteweyî ye li Rêber Apo, şehîdên leheng, gelê me pîroz dikin, di şexsê bîrdariyên berxwedanê Kemal, Hayrî, Akîf û Aliyan de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

Rêber Apo di nirxandina xwe ya li ser çalakiya Berxwedana Zindanê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an de wê bi vî rengî bigota;

'PKK partiyeke lehengiyê ye. 14'ê Tîrmehê bilindahiyeke mezin e. Nabe ku em vê nizm bikin, nabe ku em binpê bikin, nabe ku em vê yekê hêjayî we bibînin. Ez xwe jî hêjayî bîranîna van hevrêyan nabînim. Lê belê ez şopdarê wan im, wasiyeta wan dişopînim. Ez bi van kesayetiyên we nameşim, zanibin ku kêmasiyeke we ya biçûk jî hebe ez ê vê qebûl nekim. Eger bi wesîleya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê hûn dikxwazin tiştekî bikin, bi bîr bînin û eger hûn bi rastî jî durust bin, dixwazin tiştekî fêhm bikin, hingî hûn neçar in bi rengekî rast nêzî rastiya berxwedana van hevalên me bibin. Di nava her şert û mercî de eger hûn dixwazin jiyaneke bi şeref bijîn, li ber xwe bidin, vaye rêya wê ew e ku min destnîşan kiriye'.

Rêber Apo bi mafdarî vê pirsê li me hemûyan dike; Hûn çima li ser vê rêyê nameşin? Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo mirineke erzan nebû. Mirineke mezin bû, ne mirin bû, jiyaneke mezin bû. Eger hûn bi rengekî rast nêzî bîranîna 14'ê Tîrmehê dibin, van hevalan dema ku derfetekî gelekî biçûk ê kar û jiyanê didîtin heta dawiyê bi kar dianîn. Safbûna PKK'ê, durustbûna PKK'ê di rastiya van hevrêyan de ye. Van hevrêyên me yên mezin xwestin navê partiyê bilind bikin. Ji bo ji armanca partiyê dûr nekevin, di bin hovîtiyeke mezin de di bin êşkenceyên giran de ku tehemûl jê re nedibû, derfetekî biçûk ê jiyanê dîtin û li ber xwe dan. Ev berxwedana mezin, ji bo vê armancê bû... 14'ê Tîrmehê ji bo pêşîgirtina li tunebûna partiyê, gel, Kurdistan û mirovahiyê, biryarek bû. Li dijî xiyanet, zilma mezin, jiyana ketî, biryara partiyê ye. 14'ê Tîrmehê ruhê PKK'ê ye. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ne ji bo mirineke erzan bû. Mirineke mezin bû, ne mirin bû, jiyaneke mezin bû. Li ser armanca wan, wasiyeta wan, xwedî gotinim. Li ser bingeha wasiyeta wan soza min heye. Eger hûn dibêjin ku em dilsozê 14'ê Tîrmehê ne, wê demê em ji we dixwazin ku hin gavên bi lehengî biavêjin. Ne mîna li zindanê di şer û kar de bi her awayî li gorî ruhê 14'ê Tîrmehê divê gav bêne avêtin. Di ruhê xwe de gavê biavêjin, eger hûn gavên bi vî rengê neavêjin hûn sextekar in. Hûn dixwazin bi nirxên mezin jiyaneke erzan dewam bikin, bêguman em nikarin vê qebûl bikin... Ji vê berxwedana mezin divê her kes encamekê bi dest bixe. Li kîjan qadê û bi kîjan awayî dibe bila bibe, divê em dûrketina ji partiyê ji holê rakin. Heta ku xwe bigihînin biryara 14'ê Tîrmehê divê em li ber vê dûrketinê bisekinin. Van şehîdên me yên mezin xwe li ser bingeha berxwedana mezin pêk anîn û heta dawiyê meşiyan. Eger karê we bi vî rengî be û bigihêje encamê hingî hûn ê xwediyê 14'ê Tîrmehê bin. Xwediyên 14'ê Tîrmehê jî her tim mezin in. Yên bi vî rengî dimeşin, yên şerê vê dikin, bi sebir, bi têgihiştinê, bi kar şer dikin, her tim bi ser dikevin."

Vaye afirînerê fikir û felsefeya damezrînerê vê çalakiya mezin 25 sal in li tehtên Îmraliyê li hundirê wê çala mirinê rêya rizgariyê nîşanî mirovahiyê dide û hîn jî heman pirsê li me dike; Hûn çima li ser vê rêyê nameşin? Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê em bang li hemû hêzan dikin ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê tevbigerin, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin û mîna hevalê me Bişar ê herî dawî nehate berdan û hate qetilkirin, ji bo hilanîna tola girtiyên hatin qetilkirin, li ber xwe bidin."