Ji girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor de bang

Ji girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor de bang

Girtiyên PKK’yî yên ku duh bi daxwazên sererastkirina şert û mercên tendurîstî, ewlekarî û azaediya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda girankirî û bidawîkirina zextên li ser gelê Kurd, duh dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirin, banga; “Em bang li hemû gelê me, dost, malbat û aliyên demokrastîk dikin ku li hemberî vê yekê bihîstiyar bin, xwedî li berxwedana me ya mirovahiyê derbikevin, piştgirî bidin û deng bidin dengê me” kirin.

Girtiyên PKK’yî û PAJK’î bi daxwazên sererastkirina şert û mercên tendurîstî, ewlekarî û azaediya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda girankirî û bidawîkirina zextên li ser gelê Kurd, di 12’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirin. Girtiyên PKK’yî yên di Girtîgeha Tîpa F a bi Jimar 1 a Kandirayê de; Omer Faruk Çalişkan, Fehmî Arslan, Mahmut Guçin, Yusuf Keskin, Cevdet Halim, Îbrahim Aykurt, Nihat Baran, Necat Saci, Aydın Tunç û Hakan Yalçınkaya di nameya şandin de banga piştgiriyê li raya giştî kirin.

Girtiya di nameyê de bal kişandin ser encamên pêkanînên derbeya faşîst a 12’ê Îlonê û gotin; “Mixabin, ev pêkanîn îro bi destê desthilatiya AKP’ê bi awayeke berfirehtir û bi awayeke tund di her qadê de tê berdewamkirin. Hukûmeta AKP’ê ya ku bi îşkence, komkujî, qirkirinên siyasî û leşkerî, girtin, kûrkirina tecrîdê û bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bersivê dide daxwazên gelê Kurdistanê, êdî sebra me aniye ber kêliyên dawiyê. Em weke girtiyên azadiyê yên Kurd, em îro jî xwedî mîrasek berxwedana dîrokî ya di serdema derbeya faşîzma 12’ê Îlonê ne. Me çawa li hemberî hemû pêkanînên nemirovane berxwedanên destanî nîşan da, îro jî em ê weke wê demê xwedî li kevneşopiya xwe ya berxwedanê derbikevin, em bi tu awayî teslîmê pêkanînên derveyê mirovahiyê nabin û em bê deng nabin. Em ê di meşa pîroz a azadiyê ya gelê me de cihê xwe bigirin. Em ê li hemberî hemû cure pêkanînên faşîst ên li hemberî daxwazên azadiyê yên gelê me bedena xwe bikin mertal. Li ser vî esasî, divê beriya her tiştê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bêne sererastkirin û tecrîd bi dawî bibe. Ya duwem jî, divê înkara ku sucek mirovahiyê ya li ser zimanê gelekî, îmha û polîtîkayên asîmlasyonê bi dawî bibin. Divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî û li pêşiya parastina bi zimanê zikmakî di dadgehan de rabin. Em weke girtiyên azadiyê yên navê wan lê jêrê, heta ev daxwazên me pêk neyên, em ji 12’ê îlonê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor dikin. Em bang li gel, dost, malbat û hemû alîgirên demokrasiyê dikin ku li hemberî vê yekê bihîstiyar bin, xwedî li berxwedana me ya mirovahiyê derbikevin, piştgirî bidin û dengê xwe bidin dengê me.”

Di nameyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya daxwazên greva birçîbûnê de hemû girtiyên ji doza PKK’ê yên di Girtîgeha Tîpa F a bi Jimar 1 a Kandirayê de ji 17’yê Îlonê ve dernakevin hevdîtinên sergirtî.