Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka îro bi manşeta “Oze jî bigire û were’ derket. Rojnamevan Cîhan Ozgur, dîmenê Girê Konserve yê ku di sla 2010 de Erdogan û Başbug çûn wir di çeperê de xwe tewandibûn û wêne kişandibûn, û niha di destê gerîlayan de kişand.
Cîhan Ozgur, çû herêmên gerîlayan di encama “Tevgera Şoreşgerî” de li Şemizînanê bi dest xistine û li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine û çavdêriyên ji herêmê nivîdand. Di beşa yekem a vê rêzenivîsê ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de hat weşandin de wêneyên balkêş hene.
Girê Konserve, girê ku Hezîrana 2010 de piştî çalakiya gerîlayan, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk Îlker Başbûg ê niha girtî ye, di çepera leşkeran de xwe tewandibûn û bi vî awayî wêneyên wan hatibûn kişandin e.
‘TENÊ KUMZIRXÊN LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK ÊN REVIYAN MANE!
Cîhan Ozgur dide diyarkirin ku li ser xeta sînor a di navbera Îran-Iraq-Tirkiyeyê de, niha tenê kumzirxên (mîxfer) leşkerên artêşa Tirk ên ku reviyane mane û wiha didome:
“Em li ser gir, şopên çalakiya gerîlayan dibînin. Hin çeper bi temamî hatine rûxandin, tenê hin kevirên parçebûyî li wir mane. Gelek aliyên rêyê ji ber lêdana bi çekên giran xirab bûne. Em diçin çepera ku Tayyîp Erdogan û Îlker Başbûg têde wêne kişandibûn. Li vir tenê çend kevirên çeperê û torbeyên ji bo çêkirina çeperê hatine karanîn mane. Têla Alman a ku li derdor gir hatiye kişandin, ji aliyê gerîlayan ve hatiye derxistin û avêtin koşeyekê. Belê ev girê Konserve, carekê qereqola sînor bû, lê niha ê di bin kontrola gerîlayan de ye. Gerîlayan hema li jora ala xwe çikandine. Heba bêje leşkerên li ser girê Konserve di dema çalakiya gerîlayan bi reva xwe revîne û her tiştê xwe li wir hiştine, tiştên leşkerî, xwarina amade... Leşker ji mîxferan bigire heta konserve, vexwarinên enerjiyê, sungerên û gelek amûrên xweyên din hatine hiştin.”
JI BO ‘YÊN DIBÊJIN 4 KM DI DESTÊ WAN TE NÎNE...
Cîhan Ozgur dibêje ku artêşa Tirk nikare biçe gundê Qelaşkê ku hema li pişt Tûgaya Şemizînanê ye jî û wiha didomîne; “Di destê artêşa Tirk de tenê Tûgaya Şemizînanê û Tabûra Garê maye.” Bi vî awayî ev yek jî bersiveke baş e ji bo rayedarên Tirk ên ku dibêjin “ne 400 km, 4 km jî di destê gerîlayan de tune ye.”