Dîwana dadgehê ji 36 rojnamegerên kurd tenê nûçegîhanê rojnameya Vatanê Çagdaş Ulus û Xebatkarê Belavkariya Firate Cîhat Ablay serbest hate berdan.
Dîwana dadgehê ku duh dawî li rûniştina 36 jê girtî 44 rojnamegeran anî, 2 rojnameger serbest berdan. Doza ku 3 rojan li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihat dîtin û duh taloqî 12'ê mijdarê heta kirin, heyeta dadgehê ji 36 rojnamegerên girtî tenê 2 kes serbest berdan. Heyeta dadgehê ji 36 rojnamegerên kurd tenê nûçegîhanê Vatanê Çagdaş Ulus û Xebatkarê Belavkariya Firate Cîhat Ablay serbest hate berdan. 34 rojnameger jî girtî tên darizandin.