Ji doza Çapemeniya Kurd çend têbinî…

Ji doza Çapemeniya Kurd çend têbinî…

Yekemîn rûniştina doza 36 jê girtî, 44 rojnamevanên Kurd Kurd a ku li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat, bi axaftina parêzeran derbas bû. Piştî ku serokê dadgehê bi awayeke keyfî xwest salon bê valakirin, aloziya di navbera polîs, xizmên girtî û rojnamevanan de dest pê kir. Nerazîbûn heta dawiya dozê jî berdewam kirin.

Beriya saet di 10.00 de rûniştina dozê dest pê bike, di nava girseya li ber avahiya dadgehê de parlementer, rojnamevanên naskirî, heyetên ji derve hatibûn û dayîkên Kurdan “coşek” afitandin.

Xizmên girtiyan eleqeyek baş û taybet nîşanî heyeta Alman dan û wan bi dilxweşî pêşwazî kirin, her wiha çend caran malavahiya wan jî kirin.

Ji bo şopandina rûniştina li Edliyeya Çaglayanê pêk hat, gelek kes hatibûn, lê helwesta polîs-rayedaran a li hemberî rojnamevan û xizminên rojnamevanên girtî, dest bi hincetan kirin. Bi zanebûn zextan li girseyê kirin. Polîs bê ku bêjin nexweş an jî pîr û kal in, bi seatan xizmên rojnamevanên girtî li ser lingan hiştin. Ajsansê nûçeyan ên nêzî AKP’ê di deqeyên destpêkê yên rûniştinê de çend dîmen kişandin, lê em weke çapanemiya Kurd û çapemeniya muxalîf, em neçar man ku li hember hêzên ewlekariyê li ber xwe bidin. Pewirdarên ewlekariyê guh nedan daxwazên parlementeran jî, bi saetan rojnamevanan li derve rawestandin û bi awayeke ji xwe bawer gotin “Fermanek wiha ji me re hatiye” û bi “wêrekî” tevdigeriyan. Vê yekê jî rê li ber aloziyê vekir, polîsan xwestin mudaxeleya fîzîkî li hemberî rojnamevan Ahmet Şik bikin, lê ji aliyê rojnamevanên din ve hate astengkirin.

Dirûşimên rojnamevanên girtî li salonê bi çepikan hatin pêşwazîkirin; nûçegihana me Zeynep Kûray ji mêj ve gihiştibû cihê ku diviyabû lê rûne. Bi vê helwesta xwe nîşan da ku tu zext nikar serê wan bidin tewandin. Dîsa nûçegihanê ANF’ê Îsmaîl Yildiz jî bêrîkirinên xwe ya ji bo keça xwe Zerya Zînê, bi awirên xwe nîşan da. Piştî keça xwe girt hembêza xwe, leşkeran careke din keça wî ji wî girtin û çavên Îslamîl û Zerya Zînê ji rondikan tije bûn...

Piştre axaftinên parêzeran dest pê kir, hin parêzeran bal kişandin ser aliyên huqûqî, hinekan jî bal kişandin ser rastiyên siyasî û dîrokî jî. Hin ji parêzeran

Mirov bi rehetî dikare bêje Serokê Dadgehê Alî Alçik, ji dadgerên ku dozên siyasî bi rê ve dibin wêdetir bû. Tişta wî ji dadgerên din cûda dike û mirovan hinek matmayî hişt ew bû ku weke dadgerên din ji bo Kurdî negot “Zimanê nayê zanîn” an jî “zimanê ku tê îdîakirin Kurdî ye” û got “Bi Kurdî bersiv dan.” Lê helwesta dadger û dadgehê ya li hemberî rojnamevanên girtî sebra rojnamevanên girtî û kesên di salonê de difirand. Ger em ji bo vê yekê mînakek bidin, dadgehê ji bo axaftinê mîkrofon neda tu rojnamevanan. Kesên dozê dişopandin digotin “em nabihîsin”. Dadger jî digot “tê bihîstin” ev yek jî li rastî nerazîbûnan dihat. Dîsa dadger gefa valakirina salên dixwar. Jixwe ji ber nerazîbûnan, dadger saeta rûniştina dozê guhet.