Ji xwendekarên dibistana herbê yên ku bi îşkence û muameleyên xirab re rû bi rû man, 120 xwendekaran dest ji dibistanê berdan. Malbatan li hemberî van pêkanînên li hemberî zarokên xwe rabûn. Hat diyrkirin ku di danav 12 salan de herî kêm 2 hezar kes ji ber heman sedemên dest ji dibistanê berdan. Yek ji xwendekarên ku neçar ma dibistanê berde û tazmînateke zêde bide Tûgay Ahraz got; “Hin hevalên me bê xew hiştin. Ji ber îşkence û mûamleeyên xirab 120 xwendekaran dest jê berdan.”
Tûgay Ahraz (18) piştî ku 4 zalan li dibistana Amadeyî ya Leşkerî ya Maltepeyê xwend, çû Kampa Hînbûnê ya dibistana Herbê ya Bejahî. Ahraz da zanîn ku ew û leşkerên weke wî yên ji dibistanên amadeyî tên kampa hînbûnê di warê psîkolojîk û fîzîkî de tê diçin. Ahraz diyar kir ku di sê rojên destpêkê yên kampê de 30-35 hevalên wî dest ji kampê berndane û diyar kir ku wî jî tenê kariye hefteyekê xwe bigire.
Ahraz diyar kir ku ew bi xwe jî di dibistana herbê de bi zextên fîzîkî û psîkolojîk ên yên bi armanca têkbirinê re rû bi rû maye û got; “Li dibistanan amadeyî ya leşkerî jî zextên ku mirov nikarin xwe li ber bigirin tê kirin, zarokên xwediyê çavkaniyên sivîl jî weke paşayan dijîn.”
‘EZ WÊ TUNDIYÊ HETA DAWIYA JIYANA XWE JI BÎR NAKIM’
Tûgay diyar kir ku ew di kampa hînbûnê de her tim li rastî heqaretan hatine û got; “Her tim şinav bi me didan kişandin û di pozîsyona şinavan de didan rawestandin. Carekê min nekarî xwe li ber bigirim, min çûkên xwe danî erdê, li min vegeriya û got ‘tu dê vî welatî çawa biparêzî..’ Ji me re gotin ku ger hûn sibê li eniya şer li pişt xwe bizivirin, ez ê we bikujim.” Ahraz diyar kir ku jixwe di sê rojên destpêkê de gelek kes dest jê berdan û diyar kir ku ew heta dawiya jiyana xwe ji vê tundiyê ji bîr nake. Ahraz got; “Min tenê karî hefteyekê li ber xwe bidim.”
Ahraz got ku ew niha amadekariy zanîngehê dike û got ku heta niha bandora wê li ser derûniya min heye. Ahraz diyar kir ku heta niha jî rewşa hevalên wî yên di nava xwînê de radizan tê bîra wî û got; “Ji ber mûameleyên xirab û îşkenceyê 120 xwendekaran dest jê berdan û reviyan. Ji malbatên ku dibistanên leşkerî berdan 20 hezar TL pere tê xwestin.”
BILA HEYETEK AVA BIKIN Û LI DIBISTANÊN HERBÊ LÊKOLÎN BIKIN
Bavê Ahraz, Îmdat Ahraz jî der barê tengasiyên kurê xwe de agahî da û xwest heyetek ji aliyê Serowezaret, Serfermandariya Artêşê, Hêzên Bejahî û Meclîsê ve bê avakirin û biçin van kampan lêkolîn bikin.