Ji bo xwendekarên ku li Edenê hatibûn binçav kirin çalekî

Ji bo xwendekarên ku li Edenê hatibûn binçav kirin çalekî

Xwendekarên demokratîk, sosyalîst, welatparêz yên ku dinava salona Zanîngeha Çukurovayê de li ser komkujiya Roboskî belavok belav dikirin di navbera wan û xwendekarên ûlkucî yên ku dixwestin wan asteng bikin de pevçûn derket û hat hînbûn ku 26 xwendekar hatine binçav kirin. Hevalên xwendekarên hatine binçav kirin û BDP’yiyan li pêş Mûduryeta Emniyeta Edena çalekiya rûniştinê pêk anîn.

Xwendekarên sosyalîst, demokratîk û welatparêz yên ku li Zanîngeha Çukurova a Edene dixwînin ji bo çalekiya bîranînê a komkujiya Roboskî ku roja Pêncşemê li salona zanîngehê pêk were dema belavokên wê belav dikin, li ser astengî derxistina xwendekarên ûlkucû pevçûn derket. Polîsan destwerdanî xwendekarên fikra çepgir kirin. Piştî destwerdana polîsan xwendekarên ku hatine binçav kirin û birine Mûdûryeta Emniyeta Edaneyê hat hînbûn ku hejmara wan 26 e.

Xwendekarên ku piştî binçavkirinan hatin pêş emniyetê xwestin ku hevalên wan bên serbest berdan. Bi armanca piştgiriya xwendekarên ji derve, BDP, rêveberên navçe û bajarê, Serokê Şaxa TUHA-DER’a Edene Mehmet Akar, Serokê Şaxa ÎHD’a Edene Şahîn Kiliç, SYKP’yî jî hatin pêş mûdûryeta emniyetê. BDP’yî û parêzerên ku bi rayedarên emniyetê re hevdîtin pêk anîn li ser rewşa xwendekaran agahî wergirtin. Piştre jî kom derbazî parqa li rex emniyetê bûn û li vir çalekiya rûniştinê pêk anîn. Li vir Serokê BDP’a Bajarê Edene Ugur Bayrak ku axivî diyar kir ku 26 xwendekar ji aliyê polîsan ve hatine derb kirin û binçav kirin û heya ku 26 xwendekar serbest neyên berdan ew ji vir naçin.

Ji xwendekaran Songul Bozkurt got boyera ku hatiye pêk anîn komployeke û bi vî şêwey hevalên wan hatine derb kirin û binçav kirin. xwendekarên ku xestin hevalên wan serbest bên berdan li ser hev dirûşmeya “Tûndî me paşda naxin” qêr kirin. xwendekaran li nava parqê agir pêxistin û li dora agir çember çêkirin. Sekna vê komê li pêş emniyetê berdewam dike.
Navê xwendekarên ku hatine binçav kirin wiha ye: Umît Karakaya, Abdulkerîm Engîn, xebatkarê Radyo Cîhan Tuba Turhan, Ahmet Ozel, Serhat Boztemir, Zîlan Karakeçî, Kiymet Yildiz, Abdullah Koçeroglu, Ridvan Îmre, Ferhat Demir, Îsmaîl Aslan, Hamza Fidanten, Helîm Dursun, Derya Oruç, Yunus Oguz, Îrfan Karakuş, Azîz Çakar, Mustafa Karakaş, Turkan Ateş, Emine Oruç, Soner Mete Solmaz, Ezgî Aksoy û 4 xwendekarên din yên ku navê wan ne hat zanîn.