Li Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel bi hinceta “endama PKK’ê ye” 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha derketina derveyê welat li Tuncelê hate qedexekirin. Tuncel ku li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate darizandin. Tuncel ji vê dozê ji ber parlementeriyê bi awayeke serbest dihat darizandin û tehliye bibû.