Ji bo pevçûnên li Hamburgê daxwaza runiştinek taybet
Ji bo pevçûnên li Hamburgê daxwaza runiştinek taybet
Ji bo pevçûnên li Hamburgê daxwaza runiştinek taybet
Li bajarê Hamburg a Almanyayê di navbera xwepêşendêrên ji komên çep û polîsan de roja şemiyê pevçûn pêk hatin û nêzî 700 kesî birîndar bûn. Polîs bi hezaran kes bi hinceta ku şîdetê pêk tînin sûcdar kir û Partiya Keskan jî xwest mijar li parlamentoya eyalatê demildest bikeve rojevê.
Li Hamburgê roja şemiyê di navbera ciwanên çepgir û polîsan de pevçûn derket. Meşa ku ji bo Malên Esso û avahiya Rote Flora ku bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ye pêk, rastî mudaxaleya polîsan hatibû. Piştî mudaxaleya polîsa pevçûnan destpêkiribû.
Organîzatorên meşê diyar kirin ku nêzî 300 kesî hatine binçavkirin û 500 jî birîndar bûne. Hat gotin ku rewşa 20 kesan jî girane. Rojnamegerekî Ajansa Nûçeyan a Alman (dpa) û rojnamegerekî din rastî êrîşê hatibûn.
ÇEPGIRÊN ŞÎDETXWAZ
Polîsên Hamburgê gotibûn ku 20 jê giran 100 polîs birîndar bûne. Polîs îdia ku kir ku 7 hezar û 300 kes tevli xwepêşendanê bûne û ji vana 4 hezar û 700’î şîdet pêk aniye. Her wiha polîs bi taybet li ser nasnameya wan ya ‘çepgirî’ rawestiya. Serokê sendîkaya polîsan Olîver Malchow jî gotina ‘bi hezaran mîlîtanên êrîşkar’ bikaranî û got di bûyeran de şaşiya polîsan tune.
Wezîrê karê hundir yê eyaleta Hamburgê yê ji partiya Sosyal Demokrat (SPD) Mîchale Neumman jî got: “Li welat bi hezaran kesî şîdet bikaranî.” û şîdeta polîsan ji nedîtîve hat.
Li aliyê din Partiya Keskan daxwaz kir ku der barê mijarê de li Komîsyona Karê Hundir ya Parlamentoya Eyaletê runiştinek taybet bê kirin.