Ji bo Ocalan kampanyaya navneteweyî hat destpêkirin

Ji bo Ocalan kampanyaya navneteweyî hat destpêkirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi piştgiriya nêzî hezar kesayetên navdar ên cîhanê kampanyayek îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin. Di nava kesên piştgirî didin de kesayetên weke Gerry Adams, Antonio Negri, Immanuel Wallerstein, Lord Rea û Ela Gandhi hene.

Kampanya li paytexta Belçîka Brukselê bi lidarxistina civîneke çapemeniyê ya navneteweyî hate destpêkirin.

Di civîna çapemeniyê de Endam Platforma Azadiya Ocalan û Wekîla BDP’ê Ayla Akat Ata, ji Partiya Die Linke (Partiya Çepgir) a Alman Endamê parlementoya Almanyayê Andrej Hunku, Endamê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Reimer Heider, Keşeyê Înglîz û Endamê Komîsyona Dad û Aşitiyê Joe Ryan û Endamê Tevgera Aşitiyê Yves-Jean Gallas weke axaftvan amade bûn.

Axaftina vekirnê ji aliyê Endamê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Reimer Heider ve hate kirin. Heidr bi bîr xist ku Ocalan ji 1999 ve di girtîgeha Îmraliyê de bi tena serê xwe tê ragirtin.

Heider destnîşan kir ku dewleta Tirk, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji rêbazên polîtîk zêdetir, serî li rêbazên leşkerî dide. Heider bal kişand ser ezmûnên Efrîkaya Başûr û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêngavên girîng bên avêtin.

Piştî Heider, endama Platforma Azadiya Ocalan û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku ji roja Ocala radestê Tirkiyeyê hat kirin û vir ve gelê Kurd zaniye dixwazin çi bikin û li hemberî vê yekê bi her awayî nerazîbûna xwe nîşan daye.

Akat diyar kir ku kampanyaya îmzeyan a k hatiye destpêkirin girîng e û wiha domand; “Piştî ku hate zanîn ku li piştî vê tecrîda 13 sal in li ser Ocalan tê meşandin hêzên navneteweyî hene, dê çareser bibe.”

Akat got ku gelê Kurd azadiya Ocalan dixwaze û diyar kir ku di Platforma Azadiya Ocalan de tenê jin hene û diyar kir ku ev yek bi wate ye.

Akat da zanîn ku mexdûrên sîstema desthilatiya 5 hezar salan in û zarok in û got; “Jinan tecrîda li ser bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdan.”

Akat destnîşan kir ku Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolek pir girîng dileyîze û bal kişand ser modela demokratîk a ku ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşxistin.

Akat diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek 300 salî ye û got; “Di dema Osmaniyan de Kurd li hemberî navendîperestiyê û di dema Komara Tirkiyeyê de jî li hemberî yekperestiyê tu carî bê deng neman. Û 29 serhildanan pêş xistin.

Akat bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd heta niha bi rêbaza leşkerî ya ku niha jî tê ceribandin çareser nebûye û diyar kir ku çareserî encex bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pêş bikeve.

Endamê Parlementoya Federal a Alman Andrej Huko da zanîn ku ew gelek caran çûye Tirkiye û erdnîgariya Kurdan. Hunko bi bîr xist ku ew di dema hilbijartinan de weke çavdêr çûbû û di heman demê de çûbû serdana girtiyan jî.

Hunko diyar kir ku wî li girtîgehê bi parlementerên Kurd, siyasetmendarên Kurd re hevdîtin pêk anî û bal kişand ku dewleta Tirk niha naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bike. Hunko destnîşan kir ku pêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistnaê diqewimin, bandorê li Tirkiyeyê jî dikin.

Hunko bal kişand ku têkoşînên din ên cîhanê, bi rêyên çareseriya aşitiyane çareser bi encam dibin û mînaka Spanya û Kolombiyayê da.

Endamê Komîsyona Dad û Aşitiyê ya Înglîz keşe Joe Ryan jî axaftinek kir û ragihand ku pirsgirêka di navbera Krud û Tirkan de hene, ji ber bindestiya Kurdan diqewimin. Ryan mînaka Mahatma Ghandî da û diyar kir ku li Îrlandayê jî pêvajoyê aşitiyê pêş ket û xwest bêdengiya li hemberî Kurdan bi dawî bibe.

Alîkarê Serokê Tevgera Aşitiyê Yves Jean Gallas diyar kir ku hukûmeta Franse bi hukûmeta Tirk re hevdîtinên der barê “terorê” de pêk tîne û ji ber vê jî gelek saziyên Kurdan li Franseyê bi zextan re rû bi rû dimînin.

Înîsiyatîfa “Ji Ocalan re Azadî- Li Kurdistanê Aşitî” ji aliyê gelek kesayetên navdar ên cîhanê ve tê destekkirin. Hin ji wana jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku cara yeke di sala 1999 de îmze dane:

Mairead Corrigan-Maguire (Nobel Peace Prize, Ireland), Dario Fo (Nobel Prize for Literature, Italy), Adolfo Perez Esquivel (Nobel Prize for Literature, Argentina), José Ramos Horta (Nobel Peace Prize, East Timor), José Saramago (Nobel Prize for Literature, Portugal), Danielle Mitterrand (Foundation France Liberté, France), Ramsey Clark(form. Attorney General, USA), Uri Avnery (Gush Shalom, Israel), Noam Chomsky (Linguist, Publicist, MIT, USA), Alain Lipietz (MEP, France), Pedro Marset Campos (MEP, Spain), Lord Eric Avebury (House of Lords, UK), Harry Cohen (MP Labour, UK), Cynog Dafis (MP Plaid Cymru, Wales, UK), Lord Raymond Hylton (House of Lords, UK), Lord John Nicholas Rea (House of Lords, UK), Walid Jumblatt (Leader of the Progressive Socialist Party, Lebanon), Rudi Vis (MP Labour, UK) Paul Flynn (MP Labour, UK), Máiréad Keane (Sinn Fein, Northern Ireland), Domenico Gallo (form. Senator, Italy), Livio Pepino (Magistratura Democratica, Italien), Xabier Arzalluz (President PNV, Spain), Tony Benn (MP Labour, UK), Alain Calles (President MRAP, France), Gi-anna Nannini (Singersongwriter, Italy), Geraldine Chaplin (Actress, Spain), David MacDowall (Writer, UK), Diet-rich Kittner (Cabaret artist, Germany), Alice Walker (Writer, USA), Franca Rame (Writer and actress, Italy), Chris Kutschera (Writer, France), Prof. Dr. Jean Ziegler (MP and Publicist, Switzerland), Prof. Dr. Angela Davis (University of California, Santa Cruz, USA), Prof. Dr. Norman Paech (International Law, Germany), Prof. Dr. Werner Ruf (International Law, Germany), Prof. Dr. Gerhard Stuby (International Law, Germany), Hans Branscheidt(medico international, Germany)