Ji bo pêşengên PKK'î name ji Blinken re hate şandin

Komîteya Rewşa Lezgîn a ji bo Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Anthony Blinken re nivîsî û jê xwest, xelata ji bo girtina pêşengên PKK'ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hatiye danîn, bê betalkirin.

Nameya bi îmzeya Seroka komîteyê Meredith Tax, Sekretera Giştî Debbie Bookchin û Dîrektora Îdarî Ozlem Gonder, ji Blinken re hate şandin. Di nameyê de ji rêveberiya Biden hate xwestin ku siyaseta durû ya serokê berê yê DYE'yê Donald Trump a li dijî Kurdan biterikîne.

Di nameyê de gotinên Serokê DYE'yê Biden ên civîna çapemeniyê ya 4'ê Sibatê hate bibîrxistin, ku Biden hingî gotibû, polîtîkaya derve ya DYE'yê wê li ser bingeha mafên mirovan bê rûniştandin û hate ragihandin, nûkirina biryara li dijî lîderên PKK'î Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan, ji bo sûîqestê rê dide Tirkiyeyê.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku stratejiya AKP'ê li dijî berjewendiyên DYE'yê ye, lewma divê bê terikandin.

Di nameyê de hate bibîrxistin, polîtîkayên ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dimeşîne, piştgiriyê dide DAÎŞ'ê û hevkariya bi komên çete yên bi Ceyş el Îslam, Tûgayên Sûltan Mûrat bi belgeyan hatiye ispatkirin. Di nameyê de her wiha ev gotinên Brett McGurk jî hate bibîrxistin, "Gelek komên muxalîf ên Sûriyeyî yên Tirkiye piştgiriya wan dike, li şûna ku li dijî DAÎŞ'ê şer bikin, bi rengekî eşkere ragihandine ku ew dixwazin li dijî Kurdan şer bikin, lewma komên tundrew e."

Di nameyê de hate destnîşankirin ku PKK rêxistineke terorîst nîne, rêxistineke rizgariya neteweyî ye ku sala 1995'an mohra xwe daniye binê Konvansiyona Cenevreyê û hate xwestin ku xelata ji bo girtina lîderên PKK'î hatine danîn bê betalkirin.