Cenazeyê Gêrîlayê HPG’ê Saît Eroglu yê li navçeya Henê ya Amedê jiyana xwe ji dest da di bin tedbîrên polîsan ên berfireh de ji aliyê hezaran kesan ve li Bîsmîlê hate definkirin. Dayîka gêrîla Xebatkar, ji bo kurê min negirîn, ew fermandar bû peywira xwe bicih anî û hat mala xwe.
Cenazeyê Gêrîlayê HPG’ê Seîd Eroglu (Xebatkar Rêber) yê ku li navçeya Henê ya Amedê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bîsmîlê ya Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Hate zanîn ku polîsên Midûriyeta Polîsên Amedê ji bo malbat serê sibê cenaze defin bike zext pêk anîn. Cenazeyê Eroglu duh li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû girtin û şevê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hatibû rawestandin. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî karwanê bûn û ber bi Bîsmîlê derketin rê. Karwana cenaze li Tesîsên Behram Petrolê ji aliyê sedan kesan ve bi çepikan hate pêşwazîkirin. Li navçeya ji bilî dermanfiroş û firinan hemû dikan girtî, polîs û leşkeran tedbîrên gelek berfireh girtin. Ji bo cenaze nekeve navenda navçeyê polîsa bi panzeran ketina navçeyê girtin.
DI MERASÎMA CENAZEYÊ GÊRÎLA XEBATKAR DE TEDBÎRÊN EWLEHÎ
Hewildana astengkirina karwana cenazeyê gêrîla Xebatkar ji aliyê girseyê rastî bertekên tund hat. Polîs û leşkeran riya Êlih û Amedê aliyek girtin û bi wesayîtên zirxî karwana cenazeyê gêrîla Xebatkar heta derveyî navçeyê pê re çûn. Cenazeyê Gêrîlayê HPG’ê Xebatkar di bin tedbîrên gelek berfireh û zextan dan anîn gundê Belî yê Bîsmîlê û karwan di ketina gund bi sloganan hate pêşwazîkirin. Bi hezaran kesan darbesta bi ala PKK'ê hatî pêçandin hilgirtin û hate mizgeftê meşiyan. Di meşê de sloganên "PKK gele gel li vire", "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin", "PKK tolhildan", "Riya şehîd riya me ye, PKK partiya me" û "Ey şehîd çeka te li erdê namîne" hatin bilind kirin.
‘JI BO KURÊ MIN NEGIRÎN EW FERMANDAR BÛ, PEYWIRA XWE BICIH ANÎ’
Dayîka gêrîla Xebatkar Aysel Eroglu li ber mizgeftê bi gotinên, "Ji bo kurê min negirîn ew fermandar bû. Fermandaran peywira xwe bi cih anînî û vegeriyan mala xwe. Weke fermandarekî li çiyayên azadiyê peywira xwe bi cih anî û hat. Kurê min weke fermanderekî xwe ji hevalên xwe re feda kir. Ez bi wî serbilindim. Ji bo wî tu kes negirî"
Malbata gêrîla Xebatkar li mizgefta gund cara dawî darbest vekir û berê xwe dan rûyê zarokê. Pişt re bi hezaran kesan darbesta gêrîla Xebatkar hilgirtin û ber bi goristana gund ve dest bi meşê kirin. Piştî karên veşaritinê rêzgirtin pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bîsmîlê Nîzamettîn Azad diyar kir ku hate gelê kurd azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşînê bimeşîne.
AYDOGAN: PKK GELÊ KURD BI XWE YE
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku ew 8 ciwanên Kurd yên xwe feda kirin li 4 cihên cuda defin dikin û sersaxî li gelê Kurd da. Aydogan anî ziman ku, ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe di nava 14 mehên dawî de nêzî hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Aydogan da zanîn ku, berpirsiyarê mirin û komkujiyên li Tirkiyeyê Serokwezîre. Aydogan bilêv kir ku, Serokwezîr baş dizane ku PKK nayê windakirin û wiha got: "PKK tevgerekî nayê îmhakirin û windakirine. Ji ber ku PKK di himbêza gelê Kurd de derketiye. PKK gelê Kurd bi xwe ye. Gelek nayê windakirin."
Piştî axaftina girse derbazî konê şînê bû.