Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdaneke dî

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe yê ku li Imraliyê tecrîda giran li ser hatiye danîn bibînin serlêdaneke dî kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Hetî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi birayê xwe re axivîbû û ev axaftin jî di nîvî de hatibû birîn.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd herî dawî piştî 8 salan 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan dîtibûn.