Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hate kirin

Parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê k di bin tecrîda giran a Îmraliyê de ye, hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan. Parêzeran ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê girtî jî ne, serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd agahî nayê stendin.