Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) roja Şemiyê bi navê "Şêwra helwesta neteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk" konferanseke online hate lidarxistin. Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad têkildarî vê helwesta neteweyî ji ANF'ê re axivî.
Zeyneb Mûrad bi bîr xist ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê, ji 24'ê Nîsanê ve bi giranî dewam dike, lê tevî vê yekê hem li hundir hem jî li derve di asta ku tê xwestin nerazîbûn nehatiye nîşandan. Zeyneb Mûrad got, "Ji bo nerazîbûneke xurt bê nîşandan û hêzên ku bêdeng dimînin dengê xwe bilind bikin weke KNK'ê me konferanseke bi vî rengî li dar xist. Em ji mînakên Efrîn û Serêkaniyê jî zanin ku nêta dewleta Tirk ew e ku dagir bike û vê dagirkeriyê jî li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê belav bike."
Hevseroka KNK'ê anî ziman ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê xwedî planên berfireh e û got, "Di rewşeke wiha de berxwedana gerîla ji bo wê yekê ye ku ev parçeyê Kurdistanê nekeve destê mêtingeran. Lewma divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve. Di rewşeke berevajî de eger ev êriş bi ser bikeve, wê dagirkerî li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibe û dewleta Tirk wê xwe bigihîne xeyalên xwe yên sedsalî."
'HER KES ZANE KU MESELE NE TENÊ PKK YE'
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad bal kişand ser girîngiya helwesteke neteweyî ya li dijî êrişên dagirkeriyê û destnîşan kir ku wan bi vê armancê pêkhateyên ji çar parçeyên Kurdistanê; nûnerên partî, rêxistin û saziyan roja Şemiyê di komxebatê de li hev civand û bi vî rengî gava destpêkê ya girîng avêt. Zeyneb Mûrad bi dewamî got, "Her kesên ku axivîn diyar kirin ku armanca van êrişan berevajî propagandaya dewleta Tirk e, êriş ne tenê li dijî hêzên PKK'ê tên kirin, armanca xwe tunekirina destketiyên Kurdan e. Bi dîtina me ev yek nuqteyeke girîng bû."
Hevseroka KNK'ê ragihand ku di vê komxebatê de li dijî êrişên dagirkeriyê ji bo helwesteke hevpar, stratejiyeke hevpar û têkoşîneke hevpar îradeyek afirî, lê belê hin hêz hene ku tevî hatine vexwendin tevlî nebûn û got, "Hin hêzên ku tevlî komxebatê nebûn û hêzên li pêşberî êrişên dagirkeriyê bêdeng in, em dixwazin bi wan re jî hevdîtinê bikin û tevlî vê pêvajoyê bikin. Armanca me ew e ku hêzên Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanî li dijî van êrişan bikin yek deng û bikin ku bi hev re li ber êrişan rabin. Komxebata me bi vê armancê gava destpêkê avêt û hewldanên me wê ji niha û pê ve jî dewam bikin."
'DIXWAZIN KU NAKOKIYÊN ME YÊN NAVXWEYÎ BIKIN FIRSEND'
Siyasetmedara Kurd Zeyneb Mûrad diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze nakokiyên nava Kurdan weke firsendekê bi kar tîne û wiha dewam kir, "Hêzên mêtinger dixwazin ku ji nakokiyên me sûdê werbigirin û planên xwe yek bi yek bixin meriyetê. Li aliyê din nakokiyên me yên navxweyî dibin sedem ku hêzên navneteweyî û cîhan bêdeng bimîne."
Zeyneb Mûrad diyar kir ku beşdarên komxebatê diyar kirin ku helwesteke neteweyî ya gelê Kurd wê bandorê li qada navneteweyî bike, wê dawî li bêdengiyê bîne û ragihand ku salên dawî jî KNK'ê li dijî êrişan karên bi vî rengî meşand. Zeyneb Mûrad diyar kir ku piştî êrişa li ser Garê jî wan ji bo helwesteke hevpar kar kirin, ji vê encam wergirtin û anî ziman ku komxebata herî dawî jî gava destpêkê ya pratîkî ya herî berfireh e. Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad herî dawî ragihand ku rojên bê wê heyet bên avakirin û di asta nava Kurdan û navneteweyî de hevdîtinan bikin.