Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgurk Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.