Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo karibin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.Carinan piştî mehan tê diyarkirin hevdîtin hatine qedexekirin û hincet tê nîşandan. Herî dawîn Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê diyar kiribû derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din ji aliyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve di 9’ê Îlonê de cezayê dîsîplînê hatiye birîn û ev ceza di 28’ê Îlonê de teqez bûye.
Cezayê dîsîplînê wekî hincet hate nîşandan û ji parêzeran re hate ragihandin ku hevdîtina bi malbatê 3 mehan hatiye qedexekirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê îtîrazî cezayên dîsîplînê kir, lê ev îtîraz nehatin qebûlkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di telefonê de axivîbû lê Mehmet Ocalan diyar kiribû ev hevdîtin di nîvî de qut bûye.
Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in herî dawîn piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê demê şûnde hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan tê astengkirin.