Ji bo Dag û Er komîsyon hate avakirin
Hat diyarkirin ku ji bo daxwazên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku 62 roj in di greva birçîbûnê de ne, komîsyonek hatiye avakirin.
Hat diyarkirin ku ji bo daxwazên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku 62 roj in di greva birçîbûnê de ne, komîsyonek hatiye avakirin.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, bi daxwaza rawestandina lêgerînên keyfî, tundiya fizîkî, heqaret û ferzkirina kincên yekreng, di greva birçîbûnê de ne. Dag û Er ji 18’ê Gulanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; Serokê Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan ragihandine ku ji bo daxwazên Dag û Er were bicihanînin ji aliyê Wezîrê Karên Civakî yên Herêma Kurdistanê ve komîsyonek hatiye avakirin.