Ji bo azadiya Rêber Apo li São Pauloyê banga têkoşînê
Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, bi beşdariya çalakvanên ji tevgerên civakî yên cuda çalakiyek hate li dar xistin. Di çalakiyê de ji bo azadiyê Rêber Apo banga têkoşînê hat kirin.
Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, bi beşdariya çalakvanên ji tevgerên civakî yên cuda çalakiyek hate li dar xistin. Di çalakiyê de ji bo azadiyê Rêber Apo banga têkoşînê hat kirin.
Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, çalakvanên ji tevgerên civakî yên cuda, rêxistinên jinan û xwendekaran li Casa Capri kom bûn. Di çalakiyê de rewşa Rêber Apo, pêşveçûnên li Rojhilata Navîn û têkoşîna gelê Kurd hatin nîqaşkirin.
Di çalakiyê de, li ser berxwedana dîrokî ya gelê Kurd û ezmûna avakirina Konfederalîzma Demokratîk nîqaş hatin kirin. Çalakvanên ji rêxistinên cuda destnîşan kirin ku fikren Rêber Apo û şoreşa Rojava ji bo tevgerên civakî yên li Abya Yala jî çavkaniya îlhamê ne. Di avakirina rêxistinbûna civakî de têkoşîna jinên Kurd a li dijî kapîtalîzm û patrîyarkayê wek ronahiya jiyanê hat destnîşankirin û paradîgmaya Rêber Apo hat vegotin.
Di kombûna ku ji bo azadiya Rêber Apo hate birêxistin de, ji bilî têkoşînên li São Paulo, ezmûn û hişmendiya berxwedanên li ser axa Abya Yala jî hatin parvekirin. Hat gotin ku yekîtîya gelan û îtîfaqên enternasyonalîst sînorên netew-dewletê derbas dikin û têkoşîna gelan xurtir dike. Êrîşên li Rojhilata Navîn li dijî gelan hatin şermezarkirin û piştgirî ji gavên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo aşitî û civaka demokratîk avêtiyê hate dayîn.
Beşdaran ji bo azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên Kurd banga azadiyê kirin û banga pêkanîna mafê hêvîyê kirin. Çalakî bi vê peyamê ku hate dayîn bi dawî bû. Peyama çalakgeran bi vî awayî ye:
“Ji São Pauloyê ji Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên Kurd re Azadî!”