Ji ber parvekirina li ser medyaya dîjîtal ya derbarê ‘Kurdistanê’ akademîsyen ji kar hate avêtin

Akademîsyen û Hîndekarê Zanîngeha Firatê Hifzûllah Kûtûm ji ber ku li ser medyaya dîjîtal derbarê ‘Kurdistan’ê parvekirinek belav kir, ji peywirê hate avêtin.

Hîfzûllah Kûtûm ê li Zanîngeha Firata Xarpêtê di Beşa Maliye, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de Peywîrdarê Lêkolînê bû, ji ber li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekirina “Bijî Kurdistan” kiribû, ji peywîrê hat avêtin

Piştî ku gotina “Ev Der Kurdistan e” ya welatiyê ku dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a Sêrtê de bi wê re sohbet dikir anî ziman, bû rojeveke siyasî, Kûtûm jî li ser hesabê yê medya dîjîtal parvekirina “Bijî Kurdistan” kiribû. Li ser vê yekê dekantiya zanîngehê derbarê Kûtûm de lêpirsîn dabû destpêkirin û li ser deriyê odeya wî alaya Tirk hatibû daliqandin.

Kûtûm ê beriya lêpirsînê hatibû hişyarkirin, ji peywirê hat avêtin.