Ji ber ku bal kişand ser binpêkirinê, cezayê hucreyê lê hate birîn

Girtiya Siyasî Garîbe Gezer a li Girtîgeha Jinan a Tîpa F Hejmara 1 a Kandirayê, ji ber ku bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan bi 11 rojan cezayê hucreyê hate cezakirin.

Girtî Garîbe Gezer dema ku li girtîgeha Kayseriyê bû bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala binpêkirina mafên mirovan kiribû.

Gezer bi hinceta ku midûrê girtîgehê û sergardiyan weke berpirsyarê binpêkirinên mafên mirovan nîşan daye û bi îdîaya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir berdaye koxûşê cezayê hucreyê lê hate birîn.

Gezer bi sûcdariya ku agir berdaye koxûşê di 13'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa F Hejmara 1 a Kandirayê hatibû kirin.

Piştî ku sirgûnî Kandirayê hate kirin bi hinceta vîrûsa koronayê 10 rojan bi tena serê xwe li koxûşê di karantînayê de hate hiştin û piştî ku ev pêvajo qediya bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala binpêkirina mafên mirovan a li Kayseriyê kiribû.

Bi hinceta ku navê berpirsyarên van binpêkirinan anî ziman 11 roj cezayê hucreyê li Gezer hate birîn.