Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

Di lêpirsîna têkildarî êrîşa li ser Balyozxaneya Îsraîlê ya li Beşîktaş a Stenbolê de, 9 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî êrîşa çekdarî ya li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Beşîktaş a Stenbolê de, 17 kes hatibûn binçavkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate rêvebirin. Ji binçavkiriyan 12 kes sewqî Edliyeya Çaglayan hatin kirin.

Piştî kar û barên dozgeriyê kesek hate berdan, 9 kes hatin girtin û 2 kes jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.

Piştî lêpirsîna Dadgeriya Ceza û Sulhê derbarê 9 kesan biryara girtinê hate dayîn, 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Tedawiya Onur Ç. û Enes Ç. ku di êrîşê de birîndar hatin girtin, dewam dike. Kar û barên emniyetê yên 3 kesên din ên binçavkirî jî, dewam dike.