Orgeneral Ozel der barê 25 leşkerên li Afyonê mirin de diyar kiribû ku ‘Ez tiştekî nabêjim. Her tişt li holê ye’. Piştî vê Serokatiya Fermandariya Giştî jî diyar kir ku dê derxin holê ku teqîn çawa pêk hatiye.
Fermandarê Gitşî Necdet Ozel û fermandarê Hêzên Bejayî Hayrî Kivrikoglu duh li Afyonkarahîsarê lêkolîn kirin û piştî vê li serokatiya Fermandariya Giştî daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku piştî 284 hezar û 550 bombeyên destan neqlê Depoya Cebilxaneyê ya Fermandariya Afyonê hatiye kirin û ji bo demekê depo kirine.
Hate diyarkirin ku hejmara cebilxaneyê, ji bo cihkirina depokirînê di 4’ê îlonê dest pê kirine, di 5’ê îlonê de berdewam kiriye. Saet di 21.15’an de li pey hev du teqîn pêk hatine.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ îfadeyên şahidan jî hatiye girtin. Li gorî teqîn di depoyê de pêk hatiye. Di dema teqînê de du serbaz, di erbaşên pispor û 3-4 leşkerên dema dirêj hebûn.”
Li gorî îdiaya Fermandariya Gitşî karê îstîflekirinê ji aliyê du rayedar û personelên pispor dihat kirin. leşkerên din jî li ber depoyê û derveyê wê bûn.
Fermandariyê îdia kir ku li ser karê depokirinê hişyarî û bibîrxistina hewcedarî kirine û wiha hate gotin: “Piştî tarî bû, bi fikra ku muhîmata li derve kêm maye wê bigirin bin ewlehiyê xebatê berdewam kiriye. Lê nehat hînbûn ku teqîn çawa pêk hatiye.”
Di daxuyaniyê de nûçeyên der barê; leşkerê ku mirine leşkerên nû bûne, jî derew derxistin. Fermandariya Gitşî ku sedema mirina 25 leşkeran aşkera nekir, çapemeniya ku sedema teqînê lêpirsîn dikin jî sûcdar kir û wiha got: “Hin weşan ku hêj ekîbên îdarî, teknîk û edlî sedemên bûyerê diyar nekirine, daxuyaniyên şaş didin rayagitşî.”