Ji Amedê giliyê 2 wezîran hat kirin

Ji Amedê giliyê 2 wezîran hat kirin

Di nava nîqaşên ji ber krîza nelirêtiyê ya navbera AKP û Cemaeta Gulen de ji Amedê welatekiyekî bi navê Zulkif Yildirim giliyê 2 wezîrên navê wan di operasyona nelirêtiyê de derbas bûn, kir.

Zulkif Yildirim ê 55 salî serî li Serdozgeriya Komarê ya li Amedê da û ji ber operasyona nelirêtî û bertîlê giliyê Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler û Wezîrê Yekitiya Ewropayê Egemen Bagiş kir.

Piştî tespîta nasnameyê Dozgerê Komarê daxwaznameya giliyê ya Yildirim ê li Amedê karê hesiniyê dike, îmze kir. Daxwaznameya hat qebûlkirin radestî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat kirin.