Ji Almanyayê bo welatiyên xwe hişyara 'li bajarên kurdan şer heye'

Ji Almanyayê bo welatiyên xwe hişyara 'li bajarên kurdan şer heye'

Wezareta Derve ya Almanyayê, welatiyên xwe yên ku diçin Tikriyeyê û bi taybetî jî diçin bajarên Bakûrê Kurdistnaê ji bo şerê ku li wir her diçe dijwartir dibe, hişyar kir. Wezaretê derbarê pevçûn û bûyerên şîdetê de agahî da û banga: “PKK’ê di rojên dawî de êrîşên xwe zêde kirin. Ji qereqol, daîreyên dewletê û cihên qelebalix dûr bikevin” li welatiyên xwe kir.

Wezîrê Derve yê Almanyayê di malpera fermî ya înternetê de di beşa ji bo welatan ‘ewlehiya rewa’ der barê Tirkiyeyê de, pevçûnên li Kurdistanê zêde dibin kir roj e. Wezaretê bûyerên şîdet û pevçûnên meha dawî nirxand û bal kişand ser daxuyaniya TAK ya ku di meha 22’ê tebaxê de dabû.

Wezaretê êrîşa Dîlokê û êrîşa bombeyî ya Stenbolê bi bîr xist û got ku ji ber îhtîmala êrîşa komên mîlîtan hemû herêmên Tikriyeyê di bin rîskê de ne. Bi taybetî jî hişyar kir ku welatiyên wan yên ku diçin bjarên kurdan bila li xwe baldar bin.

DIBE KU OPERASYONA DERSÎNOR PÊK BÊ

Wezîr wiha got: “Li herêma başûrê rojhilatê Tikriyeyê di navbera artêşa tirk û PKK’ê de pevçûnên dijwar hene. Ji ber vê jî çûyîna van herêma bi risk e. Bi taybetî PKK’ê êrîşên xwe zêde kirine. Bi heman awayî hikûmeta tirk jî êrîşên xwe zêde kir. Îhtîmala ku Tirkiye operasyoneke dersînor pêk bîne heye.

Ji ber vê em hişyar dikin. Li wesayîtên komî yên veguhestinê siwar nebin, neçin qereqol û avahiyên dewletê. Herî dawî fermandariya Tirk got li herêmên Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê gelek têketin hatine girtin.

Wezaretê hişyariya nêzî sînorê Suriyeyê nebin kir û behsa sextekariya welatiyên Tirkiyeyê jî kir. Her wiha bal kişand ser diziya kartên krediyê û got “li Tirkiyeyê pir zêde tê kirin” û diyar kirk u dema hun pere dikişînin baldar bin.