Ji aliyê Swêdê ve firotina çekan ji bo dîktatoran zêde bûye

Ji aliyê Swêdê ve firotina çekan ji bo dîktatoran zêde bûye

Swêd, ku xwe amade dike qanûneke nû ya ji bo kêmkirina firotina çekan li welatên şer dikin û bi dîktatoriyê tên rêvebirin derxîne, derket holê ku firotina çekan zêde kiriye.

Di encama xebatên lêkolînkirinê ya Komeleya Aştiyê ya Swêdê û Enstîtuya Zanîngeha Uppsala ya Xebat û Aştiyê (UCDP) de derketiye holê ku, firotina çekan ji aliyê Swêdê ve ji bo welatên bi dîktatorî tên rêvebirin û di şer de ne, zêde bûye.

Di dema serhildanên wek “Bihar Ereban” di hat bi navkirin de, li welatên Misir, Tunus, Behreynê polîsan û leşkeran di kolanan de li dijî gel çekên Swêdê bikar anîn, ev jî bibû sedema rexne û bertekan. Komên partiyan ên li parlamentê beramberî vê rewşê hemfikir bûn ku der barê îxracatê de qanûneke nû were derxistin.

Li gorî daneyên destpêkê yên ku hikûmetê çek firotîne û daneyên UCDP’ê bên beramberî hev piştî DYE, Tayland, Hindistan û Pakîstanê yên di rewşa şer û bêpêvçûnan de hatîne zêde kirin.

Di sala 2000’an de çek di firot 4 welatên ku di rewşa şer û bi pevçûnan de, di sala 2011-2012’ande ev jimar jî  bûye 8 welat. Di sala 2000’an de rêjeya firotina çekan a Swêdê ji sedî 2,8 bû. Îsal ev rêje bûye ji sedî 32,7.