Ji 22 saziyan Berlînê bo Meclisê: Bila nasnameya kurd bê nasîn

Ji 22 saziyan Berlînê bo Meclisê: Bila nasnameya kurd bê nasîn

Di 15’ê cotmehê de beriya kampanyaya ‘Bila nasnameya kurd bê nasîn’ ya dê li Meclisa Federal Almanyayê bê nîqaşkirin, komele û saziyên ji nêrînên din nameyak şandin Komîsyona Daxwaznameya Meclisê. Li ser navê komîteya Berlînê ku 22 sazî hatin cem hev û avakirin, bang hate kirin û diyar kirin ku nasandina nasnameya kurd ji bo wekheviya komên penaberan gelek girîng e.

Kampanyaya ‘Bila nanameya kurd bê nasîn’ sala borî bi pêşengiya Federasyona Komeleya Kurd a Almayayê (YEK-KOM) hate destpêkirin û 40 saziyên penaberan piştgirî dabûn kampanyayê. Di kampanyayê de daxwazên hatibûn ziman dê di 15’ê cotmehê de li Meclisa Federal a Almanyayê bê nîqaşkirin. Kurdên Almanyayê ku hejmara wan mîlyonek derbas kiriye dê beriya runiştinê ketine nava tevgerê.

Li gele eyaletên Almanyayê beriya runiştina 15’ê cotmehê nûnerên saziyên cûda hatin cem û komîte û însiyatîfan ava dikin. Li Berlîsê 22 sazî hatin cem hev û li ser navê ‘Bila nasnameya kurd bê nasîn-Komîteya Berlînê’ name şandin ji serokê Komîsyona Daxwaznameya Meclisa Federal parlamenter Kersten Stînke re.

Banga komîetya ku piştgiriyê didin kampanyayê wiha ye:

“Ez saziyên ji nêrînên cuda û penaberên ji çar parçeyên Kurdistanê, piştgiriyê didin kampanyaya ‘Li Almanyayê nasnameya kurd’ ku bi pêşengiya YEK-KOM’ê tê meşandin û nêzî 40 saziyê tê de cih digirin. Em ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê me komîte ava kir û em piştgiriyê didin daxwazên dê di 15’ê cotmehê de bên nîqşakirin. Em dixwazin hemû daxwaz bên qebûlkirin. Ji berk u ger nasnameya kurd bê nasîn dê wekheviya hemû penabera pêk bê.

Berdevka Komîteyê di nameya ku şand de ev sazî cih digirin: “

Awadani e.V., BÛN e.V., DESDAN e.V., Schöneberg Kurdische Gemeinde e.V., Kurdisches Zentrum e.V. Mala Gelê Kurdistan Berlin e.V., Sozk e.V (Soziales und organisatorisches Zentrum fur Kurden e.V.), Yekmal e.V., Verein der Internationalen freundschafft und Solidarität e.V., Deutsches-Mesopotamisches Bildungszentrum e.V., Ibrahim Xelil Mosche e.V., Mesopotamien Mosche e.V. , Instutia Zazaki e.V.Kurdische, Frauen im Exil e.V., Kurdische Frauen Inisiative, Berlin YXK, Berlin Allmende, Komkar e.V., AHDK Berlin, Dergaha Ana Fatma Berlîn,Eniya ked û Azadiyê ya Berlin, BÎRKAR Berlîn.