Ji 1975’an kambaxtir e

Ji Enstîtûya Polîtîkaya Rojhilata Navîn a Tahrîrê Kamal Chomanî got, "Radestkirina Kerkûkê û bajarê din ên ji bo Iraqê tam fiyaskoyek e; rewşa em tê de ji şerê navxweyî yê 1975’an kambaxtir e."

Encamên krîza referandûma serxwebûnê a Başûrê Kurdistanê giran bûn. Destketiyên ku gel bi berdêlên giran bi dest ve anîn ji ber azweriyên şexsî yên PDK’ê û Barzanî di nav 48 saetan de ji holê rabûn. Ti kesek ne li bendê bû ku di demeke wiha kurt de têkşikîneke wiha bibe. Bi radestkirina Deriyê Sînor ê Xabûrê re Başûrê Kurdistanê hate ser sînorê 1991’ê. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku 40 ji 100’î xaka ku kontrol dikirin ji dest dan, her wiha însîyatîva leşkerî û siyasî jî winda kirin. Têp ayin ku ev windakirin berdewam jî be.

Piştî vê têkçûnê Mesûd Barzanî got,piştî min tofan e û dest ji hemû kar û peywiran berda û xwe da aliyekî. Dema ku çûyî jî li pey xwe kaos,şer û krîz hişt. DYA û Ingilîstan bi kêfxweşî vekişandina Barzanî pêşwazî kirin. Lê vekişîna Barzanî arîşeyan çareser nake. Bêguman radestkirina Kerkûkê û bajarên dî ya ji bo Iraqê wê berdêlên xwe giran bin.

PDK û YNK bi îxanetê hev tawanbar dikin. Li Duhok û Zaxo bûroyên YNK’ê hatin şewitandin. Goran dixwaze krîzê ji xwe re bike fersend. Tirkiye û Îran dixwazin herêmê bi temamî dorpêç bikin.

Baş e ji niha û pê de wê çi bibe? Lêkolînerê Enstîtuya Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Tahrîrê ku navenda wê li Washîngtonê ye, Kamal Chomanî dibêje nediyariya li Başûr wê kûrtir bibe. Chomanî dibêje bêyî berxwedanê radestkirina bajarên Kurd a ji bo artêşa Iraqê ji Peymana Cezayîrê ya 1975’an û vir ve têkşikîn û şikandina herî giran e. Li gorî Chomanî rîska şerê di navbera PDK û YNK’ê de ji her demê zêdetir e. Chomanî got PDK û YNK bi demê re wê biquncisin. Chomanî bersiv da pirsên Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Kê Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê radestî Iraqê û Heşdî Şebî kir? Berpirsê vê kî ye?

Ên ku Kerkûk radest kirin ji du aliyan pêk tên. Aliyek PDK ye û aliyê jî jî di nav YNK’ê de malbata Talabanî û rayedarên payebilind ên YNK’ê ne. 15’ê Cotmehê li Dukanê civînek çêbû. YNK û PDK bi hev re li vê civînê bûn. Di civînê gotebêjî hate kirin bê ka bi hikûmeta Iraqê re wê çawa peymanekê bikin. Hikûmeta Iraqê bi desteka DYA, Îran û Tirkiyê ji bo betalkirina referandûmê 48 saetan dabû. Nêçîrvan Barzanî got referandûm betal nabe. Di civîna Dukanê de helwestek ku referandûmê betal bikin dernekete holê. Lê ji bo piştî referandûmê ya herêma Kurdistanê ti hazirî nehate kirin; minaka wê ya herî berbiçav jî nebûna helwesteke hevpar a pêşmerge ye.

Di nav YNK’ê de beşekî ku di nav de Pavel û Lahor Talabanî jî hebûn Îran agahdar kirin û bi hikûmeta Iraqê û Heşdî re dîyalog danîn. Hikûmeta Iraqê pêşî asayîşa Keywanê, balefireha Kerkûkê dixwest. Hatibû plankirin ku polîsê federal ê Iraqê ji Kerkûkê derbas bibin û bikevin nav herêmên petrolê yên bakurê Kerkûkê ku di bin kontrala YNK’ê de bû. Petrola li başûrêrojava yê Kerkûkê jî ne di bin kontrola YNK’ê de bû.

Lê piştî ku betalkirina referandûmê nehate qebûlkirin hikûmeta Iraqê bi hêzên Heşdî Şebî re kete herêma Kurdistanê. YNK di hevdîtinê de biryar standibû balefirgeha Keywan û Kerkûkê were valakirin û radestî hikûmeta Iraqê bikin. Derbarê vê biryarê Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl û PDK nehatibûn agahdarkirin. Gotibûn, ‘’heke em wan agahdar bikin peyman wê xira bibe’’. Bi wê fikra ku wê bi hikûmeta Iraqê re nekevin şer ew fikr bi wan re çêbûbû ku çareseriya herî baş wê vekişîn be. Ji ber ku haya hin pêşmergeyan ji biryara vekişandinê nebû li hin deveran şer çêbû. Bi taybetî hêzên pêşmerge yên bi ser Kosret Resûl ve gelek windahî dan. Ji hêla dî ve jî hikûmeta Iraqê bi Heşdî Şebî re kete Kerkûkê û peyman xira kir. Li hêla dî jî pêşmerge li dijî hikûmeta Iraqê şer kirin û peyman xira kirin. Dema ku mirov bipirsê bê ka kî ji radestkirina Kerkûkê berpirs e biya min berpirsê vê bi tiştên ku îro hatin jiyîn ne sînordar e. Bêyî ku şert hazir bin ên ku biryara referandûmê dane, ên ku destek dane vê û bûne zemîn ku ev têkçûn bibe ji vê radestbûnê berpirs in. Divê ew jî vê berpirsyariyê bidin ser milê xwe.

Rewşa dawî piştî Peymana Cezayirê ya 1975’an têkşikîn an jî têkçûna siyasî ya herî mezin tê dîtin. Wiha ye?

Belê, ev yek ji têkçûna herî mezin e ji bo yên ku destek dane referandûmê. Ji Peymana Cezayirê ya 1975’an û vir ve ez bawer nakim têkçûneke mestir hebe. Tam fiyasko ye, ji rewşa 1975’an gelekî kambaxtir e. Lê vê carê encamên vê zêdetir bûn. Ferq hene di navbera têkşikîna 1975 û 2017’an de. 1975’an ji hêla madî ve zêde destkeftiyên ku werin windakirin nebû. Lê niha gelek nirx hatin windakirin. Krîza niha pir giran e û bêhêvîtî, şikestina hêviyê ya di nav gel de pir zêde ye. 1975’an parçebûniya di civaka Kurd de bi vê astê nehatibû jiyîn. Niha dabeşbûn pir beloq xuya dike. 1975’an di encama tabloya siyasî de YNK derketibû holê û damezirîna xwe ragihandibû. Niha tişta ku derketî holê ew e ku piştî vê têkşikînê siberoja herêma Kurdistanê wê bi kû ve biçe, Kurd careke dî wê çawa rabin ser piyan,ev ne zelal e.

Rewşa ku tê jiyîn dubarebûna dîrokê ye?

Mixabin. 1975’an dijminên Kurdan li dijî Kurdan bûne yek lê niha Kurd di nav xwe de îxanet li gelê Kurd kirin; xeyal û serkeftina Kurdan firotin dewleta Îran, Iraq û Tirkiyê. 1975’an Kurdên Başûr kirin qurbanî van polîtîkayan lê 2017’an hemû hêvî û xeyalên serxwebûnê yên Kurdan ên li ser Başûrê Kurdistanê tine kirin. Divê em destûrê nedin ku xeyalên me yên Rojava jî werin şikandin. Heke ev têkçûn wiha bidome dewleta Tirk û Iraqê wê hewl bidin ku kontrola Deriyê Sînor ê Sêmalka jî ji rêveberiya Kurdistanê bistînin. Ev ê jî ji bo parçeyên dî jî bibe talokeyeke mezin.

Dawiya vê nediyariya siyasî wê çawa bibe?

Herêm ev 26 sal in ji hêla du partiyan ve dihate rêvebirin. Tiştên ku 26 salan ketin ser hev di vê dawiyê de teqiyan. Vê rêveberiyê li ser gel zêde bandor kir. Tiştên ku vê dawiyê hatin jiyîn helbet wê encamên wiha nemînin, encamên vê krîzê wê pir bidomin. Bandora rêveberiya Kurdistanê ji hr hêlê ve wê werin şikandin. YNK û PDK li ser vîna siyasî serweriya xwe danîn. Heke her du jî buguherin ev tê maneya ku dawiya xwe hazir dikin. Ji ber ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê her wiha rêveberiyeke wiha ye ku gendeliyên mezin lê hatine jiyîn. Weke çeteyeke siyasî, mafyayê tevgeriyan. Weke mafyaya petrolê xebitîn, hemû aborî, bazar, sazî, zanîngeh, mizgeft, civak dagir kirin. Her çendî helwesta gele hebe jî wê nexwazin ev serweriya wan bi dawî bibe. Bi vê krîza dawî re wê şerekî bi Iraqê re neyînin ber çavan. Wê li dijî Goran û partiyên dî jî vê neyînin ber çavan. Lê dibe ku YNK û PDK di nav xwe bi hev bikevin.

Siberoja YNK’ê wê çawa bibe?

Siberoja siyasî ya YNK’ê biya min ne zelal e. Dibe ku malbata Talabanî kontrola partiyê bi temamî bi dest bixin. Heke rêveberên payebilind ên weke Şêx Cahfer, Kosret Resûl, Mele Bextiyar, Mehmûd Zengawî ji YNK’ê neyên derxistin û dawî li rayeya wan neyê di nav YNK’ê wê zêde nikaribin karîger bin. Ev nikarin bibin PDK’yî jî. PDK jî van qebûl nake, yan jî gel van wiha qebûl nake. Dawiya Dr. Necmeddîn Kerîm jî hat. Bi gumana min wê ji YNK’ê were derxistin. Ji bo vê jî siberoja YNK’ê ne zelal e. Her çendî Berham Salih ji lîsteyê hatibe derxistin jî dixwazin ku careke dî di nav YNK’ê de be lê ev jî zor xuya dike. Bi qutebirî; di nav YNK’ê de wê destê malbata Talabanî xurt bibe û wê nexwazin desteka Îranê jî winda bikin. Wê bixwazin rewşa xwe ya li Silêmanî û derdora wê biparêzin.

Siberojê dibe ku bixwazin bi Goran re an jî bi avaniya siyasî ya Berhem Salih re rêveberiyeke hevpar ava bikin. Heke siberojê hilbijartin çêbibe bi lîsteya Goran, Yekîtiya Îslamî û Berhem Salih koalîsyon çêbibe ev ê ji bo YNK’ê bibe senaryoyeke ne xirab.

Wek ku ji vê radestbûnê herî pir PDK wê hîkar bibe..

Siberoja PDK’ê ji siberoja hemû partiyên dî zêdetir metirsîdar e. Her roja ku diçe bêhtir dişike. Di hêla leşkerî, siyasî, dîplomatîk de û li ser pêşmerge hêza wê zêde bû lê ev hemû çûn. Wiha diyar e ku wê hêza di dest de biçûktir bibe û biquncise. Ev hêza ku winda kirî bi taybetî di hilbijartinê de wê derkeve holê.

Her çendî bixwaze ku li Başûrê Kurdistanê serweriya xwe ya berê bidomîne jî ev ê pir zehmet be. Goran û partiyên dî ji bo ku li Kurdistanê pergaleke demokratîk ava bibe wê israrên xwe bidomînin. Heke hilbijartin çênebin li Kurdistanê zemîna pevçûnê wê çêbibe. Di nav partiyan de wê çalakiyên bêîtîatiya sivîl çêbibin. Ji bo vê jî PDK wê hewl bide bi Iraq, Tirkiye û Amerîkayê re bimeşe. Heke di vir de bi ser nekeve piştre wê bixwaze bi Goran û rêxistinên dî yên Kurdistanê re bikeve têkiliyê. Lê di hilbijartinan de PDK wê zêde bişike. Bi taybetî li Silêman û Kerkûkê ev ê zêde bibe, l êli Hewlêr û Duhokê wê kêmtir bibe. Bi biçûkbûnê re wê bandora wê ya li ser civakê jî kêm bibe. Barzanî bi ti awayî nedixwest qoltixê xwe berde lê di encama zexta Amerîka, hikûmeta Iraqê û hêzên navdewletî mecbûr ma ku vê qebûl bike. Di hilbijartinên serektiyê yên siberojê de di desteka hêzên derve partiyên dî yên siyasî jî wê hewl bidin seroktiya Kurdistanê bi dest bixin. Lîsteya Goran û Berhem Salih û Yekgirtî heke bi hev re tev bigerin wê bi rehetî bikaribin seroktiyê bi dest bixin.

PDK û YNK hev bi îxanetê tawanbar dikin, rîska ku ev du hêz şerê hev bikin heye?

Ez bawer nakim nîqaşên di navbera PDK û YNK’ê de zû bi dawî bibin. Ji bo vê jî rîskeke mezin e ku Kurdistan ji hêla îdarî ve dabeş bibe. Geşedanên dawî vê îhtîmalê xurt dike, lê ev rewş wê rewşa parçeyî ya Kurdistanê jî girantir bibek. Xeyala dewleta Kurda a ku ji rabirduyê tê wê zêdetir bişike.

Lê di encama van nîqaşan de li şûna ku şerê navxweyî derkeve du rêveberî derkevin wê kêmtir ziyanê bide. Lê ku durêveberî derkeve holê j ibo ku di siyaset, aborî û petrolê de kontrolê ji dest bernedin wê sîstema çetetiyê bidomînin. Ji ber berjewendiyên aborî di hin xalan de her çendî wê bixwaizn bi hev re tevbigerin jî di dema nêz de ev ê hinekî zehmet be. Kaosa ku bûne sebeba wê nîşan dide ku hevkariyeke nû wê zehmet be.Her tifaqa ku nû deynin wê şikestinên dî bi xwe re bînin. Ne bi hev bawer in û ne jî li hev dikin. Krîza di nav wan de dibe ku meztir bibe. Heke zexta Amerîkayê nebe krîza di nav wan de dibe ku bibe şer jî.

Bêdengiya Nêçîrvan Barzanî balkêş e. Tu helwesta wî çawa şîrove dikî?

Di salên dawî de Nêçîrvan Barzanî dixwest biçe hin reforman. Ên derdora Nêçîrvan û hin kurên Barzanî ji bo ku pêşiya wî bigirin û hêza wî bişkînin ketin hin tevgeran. Ji bo ku veberhênana Nêçîrvan danîn bi dest bixin hewl dan lê bi ser neketin. Bi geşedanên referandûmê re Nêçîrvan Barzanî her çendî şikestibe jî, ji ber ku zêde destek nedida referandûmê pozîsyona xwe bi giştî parast.

Hêzên navdewletî j îli şûna rêveberên dî yên PDK’ê û zarokên Barzanî bêhtir Nêçîrvan Barzanî qebûl dikin. Nêçîrvan Barzanî ji bo giştî ya Kurdistanê asteke xirab jî be dikare sûde bide PDK’ê. Nêçîrvan dibe ku ji hêla aborî ve weke dewleta kûr a Başûrê Kurdistanê were nirxandin. Nêçîrvan Barzanî bi derdora xwe re aborî û bazara Başûrê Kurdistanê kontrol kir. Di van 3-4 salên dawî de hewl da ku ji hêla siyasî û leşkerî ve jî xwe xurt bike lê di van qadan de hê Mesûd Barzanî xurt e.