Piştî KCD'ê û TZP bang li kurdan kir û xwesti dibistanan boykot bikin, îro kurdan zarokên xwe neşandin dibistanan. Piraniya dibistanan vala man û xwendekar neçûn dibistanan. TZP û KURDÎ-DER'ê li gelek bajar û navçeyan li kolanan daxuyanî dan çapemeniye û xwestin ku Kurd zarokên xwe neşinnin navendê pişaftin û înkarê.
Piştî KCD'ê û TZPKurdî bang li kurdan kir û xwest zarokên xwe neşînin dibistanê, li gelek bajar û navçeyan daxuyanî hatin dayîn. Li Colemêrg, Wan, Şirnex, Tetwan, Cizîr, Erxenî, Hezex û Îzmirê daxuyanî dan çapemeniyê.
LI GEVERÊ SEDÊ 90 XWENDEKAR NEÇÛN DIBISTANA
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî bi heman armancê xwendekar neçûn dibistanan û dibistan vala man. Li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever, Şemzinan, Çelê û Bajêrgehê hemû dibistan vala man û xwendekar neçûn dersê. Li Geverê ji sedî 90 xwendekar neçûn dibistanê. Ji ber xwendekar neçûn dibistanê li 20 dibistanan ders nehat dayîn. Xwendekaran li ser dîwarên dibistanan “HPG”, “PKK”, “Gêrîla”, “Apo” nivîsandin. Li Colemêrgê Endamê Koordînasyona TZP KURDÎ ya Serhedê Besîm Baykal xwest gelê Kurd piştgiriyê bidin wan û li bangê xwedî derkevin.
WAN
Li Wanê jî xwendekar neçûn dibistanan û pergala perwerdehiyê hate rawestandin. Li Wanê bi hezaran xwendekar neçûn dersan û li hin dibistanan hin mamoste neçûn dibistanê. Li navçeya Elkê ya Wanê KURDÎ-DER'ê piştgirî da boykotê û daxuyanî da çapemeniyê. Koma ku li ber Peykerê Ataturk kom bû bi girseyî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rêveberên BDP'ê Wekîlên Şaredar û gelek welatî amade bûn. Li se navê komê Serokê KURDÝ DER'ê Ridvan Oktay, daxuyanî xwend û banga neçin dibistanê kir.
TETWAN
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî ji sedî 50 xwendekar neçûn dibistanê. Şaxa Egîtîm Senê jî piştgirî da xwendekaran. Li navçeyan jî gelek xwendekar neçûn dibistanê û boykot kirin. Li ber avahiya KURDÎ-DER'ê ya Tetwanê daxuyanî da û xwest kes zarokên xwe neşînin dibistanê. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP'e, MEYA-DER û rêveberên BDP'ê yên navçeyên Tetwan, Norşîn, Hîzan, Xelat, Elcewaz û Motkiyê Amade bûn. Dîsa saziyên KESK, ÎHD Navenda Piştevaniya Jinan ya Mizgînê ya Tetwanê û malbatên xwendekaran amade bûn.
ÎZMÎR
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên KURDÝ-DER, BDP, TAYD-DER, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Îzimrê jî piştgiriya xwe anîn ziman. Rêveberê KURDÎ-DER'a Îzmirê Ali Yalçinkaya, daxuyanî xwend û polîtîkayên hikûmetê yên înkar û îmnayê şermezar kir û xwest her kes dibistanan boykot bikin.
HEZEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî gelek welatiyên ku di pêşengiya KURDÎ-DER'ê de li hev kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Xwendekar jî neçûn dibistanê û ders boykot kirin. Koma ku li Parka Aşitiyê kom bûn li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Kom piştre ji Parkê heta Dibistana Ataturkê meşiyan. Rêveberê BDP'ê Wekîlê Şaredar, KURDÎ-DER û gelek welatiyên din amade bûn.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî dibistan hatin boykotkirin. Xwendekaren ku neçûn dibistanê li ser Kolana Hezexê agir pêxistin û neçûn dibistanê. Li aliye din KURDÎ-DER, BDP û gelek malbatên din kon vekir û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Endamê KURDÎ-DER'ê Abdullselam Durmuş daxuyanî da û polîtikayên dewletê şermezar kir.
MAZLUMDER: BILA SONDA ME RABE
AMED
Şaxa MALZUMDER'ê ji bo li dibistanan "Sonda me" bê rakirin li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Komê di daxuyaniyê de pankartên "Bila sonda me rabe" vekir û dowîzên "Herkes mirove, lê her kes ne tirke" "Çi xweşe ji mirovên azad re", "Ez kurdim, tirkim, erebim" rakirin. Li ser navê MAZLUMDER'a Amedê Serokê komeleyê Abdurrahim Ay, daxuyanî xwend û xwest sond bê rakirin.
ERXENÎ
Li navçeya Erxeniyê ya Amedê jî bi heman armancê KURDÎ-DER'ê li ber Qonaxa hikûmetê ya berê daxuyanî da û xwest her kes dibistanan boykot bikin.