Biryara doza Balyozê ya ku tevî fermandarên payebilind ên artêşa Tirk 250 jê girtî, 356 bersuc jê tên darizandin, dê îro bê dayîn.
Di rûniştina duh li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat de, serokê dadgehê Omer Dîken dabû diyarkirin ku ew di rûniştina sibê de biryara dozê bidin.
Di nava kesên ji doza Balyozê ya ku di 21’ê berfanbara 2010 de dest pê kir, de 1’emîn Fermandarê Artêşa Tirk ê malnişî Çetîn Dogan, Fermandarê berê yê Hêzên Deryayî yê malnişî Ozden Ornek, Fermandarê berê yê hêzên Hewayî yê malnişî Halîl Îbrahîm Firtina, Parlementerê MHP’ê yê berê Engîn Alan, orgeneralê malnişî Ergîn Saygun û Org. Bîlgîn Balanli hene.