Iraq amadekariya operasyoneke mezin a li ser sînorê Sûriyeyê dike

Iraq amadekariya operasyoneke mezin a li ser sînorê Sûriyeyê dike

Artêşa Iraqê, li bajarê Anbar ê li ser sînorê Sûriyeyê, xwe ji bo operasyoneke mezin a li dijî komên El Qaîdeyî amade dike.

Di vê operasyonê de wê bi desteka helîkopteran yekîneyên leşkerî yên mezin wezîfeyê bikin. Ji bo ji holêrakirina baregehên El Qaîdeyê yên li Çola Rojava, Serokwezîr Nûrî El Malîkî bi xwe ferman da û ewê bi xwe vê operasyonê bişopîne.

Roja Şemiyê piştî ku Fermandarê Alaya 7. Tumgeneral Mûhammed El Karaûî hat kuştin, rêveberiya welêt tedbîrên tund wergirt.

Karaûî operasyona tinekirina qada mûharebe ya El Qaîdeyê ya li Wadî Kaûran a li nêzî bajarê Rûtba yê 420 li bakurê Bexdayê ye birêve dibir.

Wesaîta general tê debû pê li mayinê kiribû û bi hewa ketibû. Di operasyonê her wiha 14 efser û leşker miribûn, 32 kes jî birîndar bûbûn.