IPI piştgirî da rojnamevan Melîs Alphan

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) bang li Tirkiyeyê kir, ku sûcdariyên dixe stuyê rojnamevan Melîs Alphan betal bike, ku ji ber parvekirina wêneyê pîrozbahiya Newrozê tê darizandin.

Rojnamevan Melîs Aplhan ji ber ku wêneyekî pîrozbahiya Newrozê ya sala 2015'an li ser medya dîjîtal parve kir, tê xwestin ku bi 7.5 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. IPI'yê nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Koordînatorê IPI yê Tirkiyeyê Renan Akyavaş li ser doza ku wê 21'ê Gulanê dest pê bike daxuyaniyek da û diyar kir ku darizandin nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê Tirkiye darizandinê tavilê rawestîne.

Alphan di rûniştina destpêkê de ya 6'ê Nîsanê sûcdarî hemû red kiribû û anîbû ziman ku wêneyê Newroza 2015'an ji bo pîrozkirina Newrozê bi kar aniye.

Dozgeriyê bi hinceta ku di wêne de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xuya dikin, parvekirin di çarçoveya 'propaganda bi rêya çapemeniyê' nirxand.