iPhone, trêna Stockholmê, Amûdê û Seydaoxlu- Ihsan Battê

iPhone, trêna Stockholmê, Amûdê û Seydaoxlu- Ihsan Battê

Ev çend sal in ez li Ewropayê dijîm, kurdên herî bêhtir bala min dikişînin û ez dixwazim dema derfet hebe ez bi wan re sohbetê bikim, dayik, bav, met û xaltîkên me yên navser in.

Ez hez ji civata wan dikim…

Beriya bi çend rojan bi du pîrên Suryanî re ku ez li taxeke Stockholmê, li ser rêya dêrê bûn rastî wan hatim, nêzîkî nîvsaetekê ez axivîm, min li hal û demên wan pirsî, me civatek xweş girêda.

Melkê Hewşiko, Şabo û Lahdoyê Suryanî yên gundiyên min hatin ber çavên min.

Pêr di trêna Stockholmê de jî du dayikên kurd hatin û li kêleka min rûniştin.

Çawa nêzîkî min bûn min dengê wan kir ku bi kurdî diaxivin û dema piştî bîstekê behsa ”kirîna pantalonan” û weke din kirin min fam kir ku yek jê ji Amûdê û yek jî ji Anatoliya Navîn e..

Yek ji Amûdê û yek jî ji Konyayê hatibûn û li Swêdê dostanî dabûn hev..

Dayika Amûdî ji hevala xwe re digot; “ Xukê welle ez pantalonên herî giran dikirim, ez nikarim wekî hinekan li pey erzaniyê bigerim. Ez 3 heban dikirim, lê yên herî baş û buha… Ya xerab jî ew e ku ez yê xwe yî kevin nikarim bidim tu kesî û pê re dikeniya.. Bejna dayika Amûdî gelek kurt bû pê xuya ye kesî wekî wê bejinkurt ku ”pantalonên wê” li xwe bikin nebû.

Civata wan bi dengê bilind dewam dike û ez jî bi kêfxweşî li wan guhdarî dikim..

Helbet nizanin ez kurd im û di nava trênê de gelek Swêdî, Efrîkayî û xerîbên din jî hene..

Gotinek ji vir û yek ji wir, ji nişka ve dengê banga melayekî hat..

Dengê “iPhone” a dayika Konyayî bi ser trênê ketibû û bêdengî bi trênê ket..Hin di ber xwe de beşişîn û hinekan jî di bin awiran re meyizand. Dayikê çiqas hewl da jê nehat dengê melê qut bike. Dawiya dawî, dengê wî hinekî kêm kir û telefon di bin awirên Swêdiyan de avête binê çente..

Tevî hemû gire gira dengê trênê, dengê Allah û ekber a melê ji binê çente jî dihat.

Ti nabê dengê ”alarma” telefona dayika Konyayî, ezana melê bû..

Dayika Amûdî mijara sohbetê ji nişka ve bire ser siyasetê û Amûdê..

Sohbetê bêhtir bala min kişand û min ji xwe re got ”bijîn dayikên me.. Ji her kesî hişyartir in. Çawa çavê hemû kurdan li ser Rojavayê Kurdistanê ye!”

Lê mixabin zêde dom nekir û ez li vê gotina xwe sed carî poşman bûm..

Lewra dayika Amûdî çavê xwe girt û devê xwe vekir:

”Keçê ez nizanim ev çi dixwazin? Ev Apoçî lêêê!! Ha doh çend zarokên me derketin şariê li Amûdê..Fîşek bera wan dan.. Ew jî ne bes bû, girtin û radestî Muxaberatên Beşar kirin.. Ma çima dema eskerên Beşar tên ciwanên me bi darê zorê dibin eskeriyê Apoçî dengê xwe nakin? Ma ne??! Keçê li gorî gotinan, Apoçî bi muxaberatan re kar dikin..”

Behsa 5 kesên li ser sînorê Tirkiyeyê ji aliyê YPG ve hatibûn girtin ku pasaport û belgeyên tirkan bi wan re bûn dikir dayika Amûdî.. Lê mijar berovajî dikir, yan jî wilo jê re hatibû gotin û bawer kiribû.. Lewra di ber girtina ciwanên kurd de YPG heman rojê li Qamişlo 8 polîsên Sûriyeyê êsîr kiribûn. Heman helwest YPG li Girkê Legê jî nîşan dabû û 3 ciwan ji destê eskerên Sûrî rizgar kiribûn.

Dayika Konyayî jî bêyî ku tiştekî bêje, di ber dengê melê re serî di hejand û erê dikir…

Lê dayika Amûdî xuya ye gelek tişt dizanîbûn û min ji axaftina wê fam kir ku raste rast di bin bandora taximê Seydaoxlu de mabû. Ne haya wê ji Ronahî TV, ne ji Ajansa Firatê û ne jî ji Newroz TV nebû..

Di got, welle Osmên telefon kir.. Xuyaye semînera wan hebû li Stockholmê.. Got, em ê bi mêhvanan re werin mal, amadekariya me bikin.. Êvarî mêrik hate mala me.. Ew ê serokê Meclisa Netewî ya Sûriyeyê lêêê.. Erê erê mala wî li Swêdê, li Uppsala ye..

Dayika Amûdî ku yek ji yekê pêdixist digot, welle ya rast, poşman jî bûne lê êdî nizanin wê xwe ji bin vî barê giran çawa vekişînin.. Xelk henekê xwe bi wan dike.. Ji xwe Evdilbasid jî digot,”me dixapînin, Tirkiye jî, Amerîka jî û Ewropa jî hemû sozan didin, lê derewan li me dikin.. Lê xwedê heye, li gor gotina wî, dewleta Swêdê soza 150 milyon kron daye wan.

Dayika Amûdî gelek tiştên din jî gotin..

Lê ya ez pê êşiyam ew bû ku çawa 5 hezar kîlometre dûrî Amûdê, ev her du dayikên navser ku ez ji kurdîtî û dilsoziya wan ne bi şik im, rûdinin û heman gotinên rojnamevanên Yenî Şafakê û propagandayên dewleta tirk di trêna Stockholmê de ji hev re dubare dikin..

Xuya ye di serî de çapemeniya kurd, em bi kar û barê xwe ranabin.

Em dibê qey hemû kes her roj ji xwe li Ronahî TV, Newroz, Nûçe û Stêrk TV temaşe dikin, deqîqe bi deqîqe di trênan de jî di ”iPhone” ên xwe de Ajansa Firatê dişopînin.

Yan jî Kurdistan TV temaşe dikin ku nûçeyên xwe yên di derbarê şerê Şemzînanê de dispêre agahiyên rayedarên tirk!!?

Kurt û kurmancî!!!

Meclisa Gel a Rojava, PYD, Dayikên Şehîdan, Desteya Bilind a Kurd, ciwanên Amûdê, jinên Qamişlo, Şêx Meqsûd û Kobanê her roj di bin tirs û talûkê de li kolanan e, karê xwe dikin û heyecanek mezin dane her kesê dilsoz..

Seydaoxlu û taximê xwe jî - çawa li Amûdê jî xuya kir - xuya ye karê xwe GELEK BAŞ dikin, sozên dane ”Dawid û oxluyên din” baş tînin cih.

Lê gelo EM KARÊ XWE DIKIN?

Tewanbar kî ne ku dayikên me yên 60-70 salî di trênan de gotinên Dawidoxluyan dubare dikin?