ÎHD kongreya xwe ya 18. lidar dixe
ÎHD kongreya xwe ya 18. lidar dixe, ku wê du rojan dewam bike. Di kongreyê de, zexta desthilatdariyê ya dewam dawî hat şermezarkirin û hat gotin, têkoşîn wê êdî xurtir bibe.
ÎHD kongreya xwe ya 18. lidar dixe, ku wê du rojan dewam bike. Di kongreyê de, zexta desthilatdariyê ya dewam dawî hat şermezarkirin û hat gotin, têkoşîn wê êdî xurtir bibe.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); kongreya xwe ya 18. li salona konferansê ya Komeleya Haci Bektaş Welî pêk tîne. Kongre bi beşdariya nûnerên hemû şaxê ÎHD'ê, partiyên siyasî, rêxistinên kedê û civaka sivîl pêk tê û wê 2 rojan bidome. Kongreya Asayî bi dirûşma "Aştî aniha" dest pê kir. Wêneyê Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat kuştin, li salonê hat daliqandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û mafên mirovan, damezrînerê ÎHD'ê Akin Bîrdal axaftina destpêkê kir. Bîrdal bibîr xist, ku komele heman piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 80'î hatiye damezrandin û ji hingî ve li dijî binpêkirina mafên mirovan têdikoşe.
Bîrdal bal kişand ser girtina Hvserokên HDP'ê, parlamenteran, girtina saziyên çapemeniyê û binpêkirina mafên mirovan ku ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin û pêvajoya heyî di nava 42 salên dawî yên Tirkiyeyê de weke pêvajoya herî giran binav kir.
Bîrdal xemsariya Yekîtiya Ewropa, OSCE û hêzên derve yên li pêşberî van binpêkirinên mafên mirovan rexne kir, ku van saziyên navneteweyî bi tenê daxuyaniya 'em bi fikar in' dan. Bîrdal ji van saziyan xwe bi cidî tevbigerin.
'500 HEZAR KES LI KURDISTANÊ BI ZORÊ HATIN KOÇBERKIRIN'
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir, di dema berxwedanên xwerêveberiyê de 500 hezar kes bi zorê hatine koçberkirin û got, di navbera 16'ê Tebaxa 2016 û 16'ê Tebaxa 2016'an de 321 sivîl hatin kuştin.
Turkdogan işaret bi tespîta 'mekanîka darbeyê li ser kar e' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman, ku ev tespît hê jî derbasdar e.
Li kongreyê nûnerên gelek saziyan amade ne û kongre bi axaftinan dewam dike. Tê payîn ku Ozturk Turkdogan careke din weke serok bê hilbijartin.