Îdrîs vêcarê rast axivî: Li gorî me pirsgirêka Kurd tune ye

Îdrîs vêcarê rast axivî: Li gorî me pirsgirêka Kurd tune ye

Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn axaftina ku di merasima Serokatiya Akademiya Polîsan ya li Golbaşi ya Enqereyê de kir got; “Li gorî me îro li welatê me pirsgirêkek ya Kurd tuneye.” Şahîn diyarkir ku, “Operasyonên ku li welatê me tên birêve birin dê heya yek terorîstekî biçek jî bimîne dê berdewam bike.”

Naîm Şahînê ku faliyetên çandî û hunerî weke “terorîst”, nivîsandina di rojnameyê de weke “bombe” bê navber daxuyaniyên “ecêp” dike, ji rojevê nakeve. Şahîn pejirand ku, di rastî de li gorî AKP’ê pirsgirêka Kurd “tuneye”.

Şahîn bilêv dike ku, herkes yan jî her kesimek vê pirsgirêkê bi awayekê rave dike, “Lê li gorî me îro di welatê me de pirsgirêkek Kurd tuneye. Pirsgirêka terorê heye. Me pirsgirêka terorê tenê weke pirsgirêkek ewlekariyê jî ne dît û nabînin jî. Em hewil didin ku vê pirsgirêkê bi awayek aborî, civakî, çandî û bi têkiliyên baş yan xirab yên navnetewî weke yekbûyekê hemû ziraviyên wê çareser dikîn û dinirxînîn.”

Şahîn aşkera kir ku, dê operasyon jî berdewam kir û wiha got; “operasyonên ku li welatê me tên birêve birin dê heya yek terorîstekî biçek jî bimîne dê berdewam bike.”