Fermandariya Qada Botan a HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku nazmedê berê yê AKP’yî yê Şirnexê bi “hêzên paramilîter re” di têkiliyan de ye û diyar kir ku zextê li gelê xizan dike.
Di daxuyaniya Fermandariya Qada Botan a HPG’êya di malpera fermî ya HPG’ê de hat weşandin de wiha hat gotin; “M. Siddiq Balkan ê di hilbijartinên giştî yên di 12'ê Pûşpera 2011'an de weke namzetê AKP'ê bû, li herêma Şirnexê weke karsazekî tê nasîn, bi artêşa dagirker a tirk û hêzên paramilîter re di nava têkililiyên qirêj de ye. Ji mal û pereyan ev kesê bi leşkeran re karên veşartî dimeşîne, xwe dispêre AKP'ê û artêşê û li herêma Şirnexê li ser gelek kesên welatparêz û xizan zextan dike.
Em bang li hemû gelê xwe dikin da ku li beramberî kesên mîna Siddiq Balkan ê karên tarî û qirêj dikin, hişyar tevbigerin û bihistyar bin.”