Îdianameya Gezî hate qebûl kirin

Îdianameya Gezî hate qebûl kirin

Îdianameya çalakiyên Parka Gezî hate qebûl kirin; 255 kes dê bi 11 sal û nîv cezayê girtîgehê bêne darezandin.

Îdianameya Parka Gezî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya derbarê 255 kesan ve hatî amadekirin ji aliyê dadgehê ve hate qebûl kirin.

Di îdianameya ku sûcên weke “muxalefeta li hember meş û civîna, li hember peywirê berxwedan, bê usûl peywirê gelemperî girtine ser xwe û zirardane malê gelemperî, cilên taybet bê usûl bikaranîne, qirêjkirina îbadetxaneyê û zirardayê, dizî” cih digire. Di îdîanameyê de ji bo 255 kesan ji yek salê heya 11 sal û nîvan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Doza bûyerên Parka Gezî dê li 55’mîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê pêkbê. Dê rûniştina destpêkê di meha Gulanê de pêkbê.

Sûcdariya “cilên taybet bê usûl hatine bikaranîn” ya di îdianameyê de cih digire, tê diyarkirin ku têkildarî 3 kesên di dema Bûyerên Gezî de mudaxeleyî birîndaran kiribûn û piştre hatibûn binçavkirine. Tê îdîakirin ku, ew 3 kes li rexmî ne dixtorin jî mudaxeleyî birîndaran kirine.