Hunermendên ku qetlîama Parîsê protesto kirin hatin destgîrkirin

Hunermendan xwestin li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Taksîma Stenbolê qetlîama li Parîsê protesto bikin. Di dema çalakiyê de hunermend hatin destgîrkirin.

Komîsyona Çandê ya HDK’ê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, BEKSAV û Golge Kulturê ji bo protestokirina qetlîama li Parîsê bang kirin ku gel werin pêşiya Konsolosxaneya Fransayê. Çalakî bi qedexeya kêfî ya kaymakam hate astengkirin. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û hunermend dema ku hatin pêşiya konsolosxaneyê polîsan dora wan girtin. Polîsan bi darê zorê nûçegihan ji qadê derxistin û gelek kes destgîr kirin.

PÎROGLÛ: HIKUMETÊN FRANSA Û TIRKIYEYÊ ŞIRÎKÊN VÊ QETLÎAMÊ NE

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglu diyar kir li gelek bajarên cîhanê li dijî Kurdan sûîqest û qetlîam tên kirin û got “Ji bo şermezarkirina vê qetlîamê me xwest îro li ber konsolosxaneya Fransayê daxuyaniyekê bidin. Çawa ku polîsên li Fransayê kujer serbest berdan û li qetlîaman temaşe kirin, polîsê vir jî bi astengkirina çalakiyê, qetlîamê didomînin. Hikûmet li hemû cîhanê heman tiştî dikin. Kujer li kolanan serbest digerin û komkujî pêk tên. Lê protestokirina komkujiyan qedexe ye. Divê were zanîn ku hikûmeta Fransa heta ku nikaribe berpirsên vê qetlîamê eşkere bike, sûcdar e û şirîkê komkujiyê ye. Divê were zanîn ku polîsên pêşî li van daxuyaniyan digirin, şirîkên vê komkujiyê ne. Me li hemberî van qetlîaman stûyê xwe xwar nekir û em ê stûyê xwe xwar jî nekin. Dixwazin dengê tu kesî li kolanên welat neyê bihîstin. Lê bila zanibin ku em ê vê dorpêçê û desthilatdariyê hilweşînin."