Şerê ku Şaredariya Çankaya ya CHP’ê li dijî hunermendên Kolana dayî destpê kirin didome. Hunermendên kolana ku roja borî rastî êrîşa terora zabitayan hatibûn, vê carê li dijî terora zabitayan derketin kolana. Hunermendên Kolana bislogana “Zabita kulma xwe ji hunerê bikêşe” qêriyan.
Şerê ku Şaredariya Çankaya ya CHP’ê li dijî îşporta û hunermendên kolana dayî destpê kirin didome. Hunermendên kolana ku roja borî li Kolana 1 ya Karanfîlê rastî êrîşa yekîneyên zabitayan hatin, li dijî terora zabitayan dest bi çalakiyê kirin.
Hunermendên kolana gotin, “Kolan tenê ji bo rêveçûnê nînin”, hunermendên kolana perçeyên çanteyên santur yên zabitayan şikandin û dowîzên “Zabitayan bila bigirin terapiya hêrsê”, “Ez jimara pêlava te li rûyê min dayî dizanim, 45 jimareye”, “Zabita kulma xwe ji hunerê bikêşe” rakirin û çalakî pêkanîn, her wiha xwestin soza Şaredarê Çankayayê Bulent Tanik ya got, “Zabita dê sibe bên ji we lêborînê bixwazin” bigire.
Zabitayan di 6’ê Îlonê de êrîşî hunermendên kolana kiribû û ew dabûn ber pênan.
Piştî çalakiya rûniştinê ya qasî 4 demjimêran hunermendên kolana, ji Rêya Yuksel heya Rêya Ziya Gokalp bi slogana meşiyan. Hunermendên kolana dan diyarkirin ku, dê çalakiyên wan yên li dijî terora zabitayan bidome.