Hate ragihandin ku êrîş li gundê Pyla hatiye kirin, ku di navbera Komara Qibrisê û Bakurê Qibrisê de ye, ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji sala 1974'an ve hatiye dagirkirin.
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (UNFICYP) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bibîr xist ku wan roja Pêncşemê ‘der barê xebatên avakirina bêdestûr ên li herêma tampon a Neteweyên Yekbûyî de’ hişyarî dane rayedarên Tirk ên Qibrisê.
Li gorî daxuyaniyê, Kumikên Şîn roja Înê dema dixwestin rê li ber çêkirina rê bigirin, rastî êrîşê hatine.
UNFICYP’ê got, "Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî yên li Qibrisê, êrîşên danê sibehê yên personelên Tirk ên Qibrisê yên li dijî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî û zirara ku li wesayîtên Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin, şermezar dike."
Misyona NY’ê jî got, "Gefên li ser ewlekariya hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî û zirara li mal û milkên Neteweyên Yekbûyî nayê qebûlkirin û li gorî hiqûqê navneteweyî tawaneke giran e."
Li gorî rayedarekî ku ji AFP'ê re axivî û nexwest navê xwe bide, polîsên bi cil û bergên sivîl û leşkerên Tirk ên Qibrisê li hêzên aştiyê xistine û "bi dehfdanê" êrîşî 12 kesan kirin. Berdevkê hikûmeta Komara Qibrisê Konstantinos Letymbiotis êrîş şermezar kir û got ku "hewldanek pir cidî ya binpêkirina statukoyê ye."
Di daxuyaniya hevpar a Emerîka, Fransa û Îngistan de, " Ji ber çêkirina rêyeke bê destûr a ber bi herêma tampon a Neteweyên Yekbûyî û êrîşên hêzên Qibrisê yên li hemberî hêzên aştiyê, fikareke mezin çêkiriye."
Piştî têkçûna tûra dawî ya hevdîtinên sala 2017'an ên bi desteka Neteweyên Yekbûyî, hewldanên ji bo ji nû ve yekkirina girava parçebûyî, xitimiye.