Bi hezaran kesên li hev kom bûn bi meşekê heta konê şînê yê ji bo gêrîlayê HPG’ê Turhabî Gurbuz (Erdal Amed) hate vekirin bûn û dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "HPG tolhildan", "Ey şehîd riya te riya me ye" bilind kirin.
Gêrîlayê HPG’ê Erdal Amed ku di 10'ê Îlonê de li navçeya Hênê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da li Edeneyê hatibû difinkirin. Konê şînê yê ji bo gêrîla Erdal Amed li Semta Gulbahçesi ya Seyhanê hate vedan bi girseyî hate ziyaretkirin. Bi hezaran kesên dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "HPG tolhildan" "Ey şehîd riya te riya me ye" qêrîyan, heta konê şîne meşiyan. Girsê konê şînê yê li pêş malbata gêrîlayê HPG’ê hatiye vadan ziyaret kir û wêneyên gêrîla Erdal Amed, Yusuf Sezer (Ferman Amed) û Seîd Eroglu ( Xebatkar Rêber) vekirin. Girseyê li vir sidûra "Çerxa şoreşê" xwend û rêz girtin. Malbata gêrîla Erdal ji bo ziyareta girseyê spasiyên xwe anîn ziman.