Hezaran gêrîla Erdal bibîranî

Hezaran gêrîla Erdal bibîranî

Bi hezaran kes tevlî mewlîda gêrîlayê HPG’ê Turabî Gurbuz bûn. Xwişka gêrîla Erdal, Meryem Gurbuz da diyarkirin ku, ew bi mirinan bêzar nabin û got, “Em hertim ji vê tekoşînê bionûr bûn. Emê gavê paş de ne avêjin.”

Gêrîlayê HPG’ê Turhabî Gurbuz yê binas nav Erdal Amed ku di 10’ê Îlonê li navçeya Hênê ya Amedê jiyana xwe ji dest da bû. Ji bo gêrîla Erdal li semta Gulbahçe ya navçeya Seyhan Edeneyê li konê şînê mewlîd hate dayîn. BDP, MEYA-DER, TUHA-DER, KURDÎ-DER û nûnerên saziyên Kurdan yên din jî di nav de bi hezaran kes tevlîbûn.

Di bîranînê de bê navber sloganên “Şehîd namirin”, “Ey şehîd riya te riya me ye”, “Bê serok jiyana nabe”, “PKK gele, gel li vire” û “Bijî Serok Apo” hatin avêtin. Xwişka gêrîla Erdal Meryem Gurbuz axaftinek kurt kir û got; “Şehîdê gelê Kurde. Serê Serok Apo sax be. Bila nehizirin ku dê me wisan bêzar bikin. Em dê nekevin. Em her tim ji vê tekoşînê bi onûrin. Em dê şopdarên tekoşîna wan bin. Em dê pêngavê paş de ne avêjin.”

Mewlîd bi xwarin xwarinê bidawî bû.