Heyeta Îmraliyê ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike bi rê ket
Endamên Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan ji bo bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikin ber bi Serokkomariyê ve bi rê ketin.
Endamên Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan ji bo bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikin ber bi Serokkomariyê ve bi rê ketin.
Li gorî agahiyan, Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan ji bo hevdîtinê bi Erdogan re bikin ber bi Serokkomariyê ve bi rê ketin.
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ên ku ji ber Deriyê Meclisê bi rê ketin, bersiv dan pirsên rojnamevanan. Pervîn Bûldanê têkildarî civînê got: “Li gorî fikra me jî civînekî girîng e. Herî dawî beriya 3 meh û nîvan em civiya bûn. Pêvajo ketiye qonaxekê. Di raya giştî de ji bo rapora komîsyonê bendewariyek xurt heye. Civîna me ya îro bi rêzdar Serokkomar e em ê 4-5 mijaran gotûbêj bikin. Ez dikarim bibêjim ku hevdîtinekî girîng e.”
Sancar bersiv da pirsên têkildarî bûyeran û raporê û got: “Piştî hevdîtina me heta niha hem li vir hem jî li Sûriyeyê gelek bûyeran rû dan, rapora komîsyonê jî ber bi dawîbûnê ve ye. Em ê van mijaran bi rêzdar Serokkomar re gotûbêj bikin. Xebatên ji bo rapora hevpar didomin, hîn bi dawî nebûye û pêşnûme ji bo hemû partiyan hatiye şandin. Em dixwazin rapor di nava xwe de bi awayekî berfireh her kesî bihewîne û li gorî fikra me hemû partiyên din jî wê heman helwestê nîşan bidin.”
Erdogan beriya niha di civîna koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser karên komîsyonê yên têkildarî meseleya Kurd.
Erdogan got, "Komîsyona me li ber temamkirina raporê ye. Bi eşkerekirina raporê re wê berpirsyarî û wezîfeyeke hîn zêde bikeve ser milê saziya siyasetê. Em jî weke AK Partî em ê çêker û hevgir bin. Ji bo ev pirsgirêk bi rengekî mayinde çareser bibe em ê bikevin bin bar."