Hewldana komkujiya li Amedê wê bê lanetkirin

Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga Amedê wê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bê şermezarkirin.

Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga Amedê wê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bê şermezarkirin.

Piştî teqîn hat bihîstin komîsyona hilbijartinê ya Dûîsbûrg a HDP’ê bilez civiya.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Însiyatîfa Kurecîk, Komeleya Darica, Forûma Freî û ATÎK tevlî civînê bûn.

Şoreşger, demokrat û welatparêz jî ku ji bo civînê hatin dawetkirin, wê sibe saet 09.00’an li Bazara Semtê ya Hamborn li standa HDP’ê û saet 17.00’an li ber Dûîsbûrg Bahnhof wê çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin.